Hewlêr (Rûdaw) – Tîma futbolê ya Amedsporê ku yek ji tîmên Lîga 1emîn a TFFyê ye formayên xwe yên nû dan nasandin.
Birêvebiriya Amedsporê bi civîneke çapemeniyê formayên nû dan nasandin.
Serokê Amedsporê Burç Baysal diyar kir ku amadekariyên wan berdewam dikin û got:
“Me ji pêşerojê ders stand û em armanc dikin ku vê sezonê li şûna gelek transferan, transferên girîng bikin ku di yanzdeha yekem de bilîzin.
Dema me Aytaç Kara transfer kir jî em bi tîmên Lîga Super re di pêşbaziyê de bûn.”
Di civîna çapemeniyê ya li Navenda Gastro Înovasyonê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê hat lidarxistin de Baysal da zanîn ku wan 5 formayên ku dê di sezona 2025-2026an de lîstikvan li xwe bikin, ji nav 60 dîzaynên cuda hilbijartine.
Serokê Amedsporê Burç Baysal her wiha anî ziman:
“Ev nêzîkî 4-5 mehan e ku me zêdetirî 60 dîzaynên formayan nirxandin ji nav wan me 5 forma hilbijartin û em dê bi van derkevin pêşiya raya giştî.
Ji van, 2 forma ji aliyê alîgiran û 3 jî ji aliyê desteya me ya birêvebiriyê ve hatin diyarkirin.
Em di wê baweriyê de ne ku ev forma li gorî yên berê hinekî cuda ne û dê derdoreke rengîntir û dîtbarî pêk bînin.”
Amedsporê li ser hesabê xwe yê fermî yê Xê jî formayên nû belav kirin.
Yeni Sezon Formalarımız! 💚❤️#MücadeleninTakımı pic.twitter.com/ppWjiUtoEf
— Amedspor (@amedskofficial) July 5, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse