Pişta jinên Geverî nayê xwarê: 8-0

12-01-2025
Nîşan Yuksekova (Gever) Spor Futbol Jin Serkeftin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yuksekova (Gever) Spor li pêşberî Kocelî Sporê 8-0 bi ser ket.

Kuluba Sporê ya Yuksekovayê (Gever) ku di Lîga Yekemîn a Jinan a Tirkiyeyê de dilîze, di maça xwe ya li Colemêrgê de Kocaelî Spor 8-0 têk bir.

Tîmên jinan ên Yuksekova (Gever) Spor û Kocelî Sporê li Colemêrga Bakurê Kurdistanê hatin pêşberî hev.

Nîveka yekem a maçê 5-0 xelas bû, tîma Geverê nîveka duyem jî ranewestiya û maç 8-0 qediya.

Maça hefteya 12emîn a lîgê li Stadyûma Merzanê ya Colemêrgê hat lîstin.

Beriya maçê berfa li qada lîstikê hat maliştin.

Piştî ku berf hat maliştin tîmên jinan derketin qadê û tîma Geverê bi golên xwe dilê alîgirên xwe germ kir.

Îsal qet zora tîma Geverê neçûye û di koma xwe de lîder e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

 Sînan Kaloglu / Wêne: Rûdaw

Amedsporê oxira Sînan Kaloglu xêr kir

Amedsporê ragihand ku piştî maça bi Sakaryasporê re, wan rêya xwe û rahênerê xwe Sînan Kaloglu ji hev veqetandiye