BOKAN - Jin di pêşbirka hêza zendan de hatin pêşberî hev

14-09-2025
RÛDAW
Nîşan Bokan Hêza Zendan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Bokanê bi beşdariya 20 werzişvanên ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê Pêşbirka Hêza Zendan a Jinan hat lidarxistin.

Di pêşbirkê de zarok û mezin beşdar bûn û werzişvanan carekê bi destê rastê û carekê jî bi destê çepê pêşbirk kir.

Welatiyekê ji Rûdawê re ragihand:

"Ev pêşbirk bi armanca bilindkirina asta amadehiya werzişvanên jin a di werzişa hêza zendan de û destnîşankirina baş ên sereke yên bajêr tê lidarxistin."

Pêşbirk bi hevkariya Beşa Werziş û Ciwanan, Desteya Leşciwaniyê ya Bokanê û Navenda Pêşbirkên Werzişê ya Pedîdeyê hat lidarxistin.

Encamên pêşbirkê yên beşa zarokan wiha bûn:

Di 60 kîloyî de ji bo destê rastê: Nazî Rehîmî, Farniyaz Şêx Ezîzî û Seba Selîmpûr yekem, duyem û sêyem derketin.

Di 60 kîloyî de ji bo destê çepê: Nazî Rehîmî bû yekem.

Encamên beşa mezinan wiha bûn:

Di 60 kîloyî de ji bo destê rastê: Mîhreban Şerîfî bû yekem.

Di 80 kîloyî de ji bo destê rastê: Mehsûme Endan, Firîşte Pustî û Amîne Biyabanî yekem, duyem û sêyem derketin.

Di 90 kîloyî de ji bo destê rastê: Perwane Kadron bû yekem û Aştî Çukelî bû duyem.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst