Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Futbolê ya Jinan a Şirnexa Bakurê Kurdistanê, Nuhsporê di lîstika hefteya 9emîn a Lîga 2emîn a Koma A`yê de tîma Gazikentê têk bir û derbasî Lîga 1emîn bû.
Tîma Futbolê ya Jinan Nuhsporê di lîstika hefteya 9emîn a Lîga 2emîn a Koma Ayê de tîma Gazikentê 3-0 têk bir û pileya duyemîn garantî kir û derbasî Lîga 1emîn bû.
Lîstik ji aliyê Parêzgarê Şirnexê Alî Hamza Pehlîvan, Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarka, Serokê Tîma Nuhsporê Mehmet Emîn Yurek û gelek temaşevan ve hat temaşekirin.
Lîstikvanên Nuhsporê piştî lîstikê serkeftina xwe, bi alîgirên xwe re pîroz kirin.
Parêzgarê Şirnexê Alî Hamza Pehlîvan Tîma Nuhsporê pîroz kir û got, "Me jî bi qasî karibû hewl da ku em piştgiriyê bidin tîma xwe lê we jî bersiva vê da, hûn berê bûn tîmek, we nûnertiya parêzgeha me ya Şirnexê kir. Ez yek bi yek spasiya we dikim. Ez we pîroz dikim."
Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarka jî pîrozbahî li lîstikvanên jin kir û anî ziman, “Şirnex di van salên dawî de di çalakiyên werzîşê de serkeftî bû. Wek tîma futbolê ya jinan Şaredariya Şirnexê piştgiriya we kir.
Ciwanên me ji bo me girîng in. Bi taybetî ciwanên keç, nirxeke wan a taybet heye.
Tîma Futbolê ya Jinan a Şirnexê, Nuhspor îro derket Lîga 1emîn. Ez tîmê pîroz dikim. Em ê piştgiriya xwe ya ji bo we bidomînin. Em ê Parka Yaşamê ya Şirnexê organîze bikin û bidine tîma xwe. Ew ê vê derê wek tesîsa xwe bikar bînin.”
Her wiha Yarka diyar kir ku ew ê bonusa şampiyoniyê bidin werzişvanan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse