Washington Kîevê li hemberî Moskowê bihêztir dike

29-08-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Ukrayna Washingtan Ewropa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, firotina pakêteke leşkerî ya bi bihayê 825 milyon dolarî ji bo Ukraynayê pesend kir.

Pakêt gelek cebilxane û alavên lojîstîkî li xwe digire.

Li gorî daxuyaniya Ajansa Hevkariya Ewlehiya Parastinê ya Amerîkayê (DSCA), ji bo ku ev firotin pêk were, agahdarkirina fermî ji Kongreya Amerîkayê re hatiye şandin.

Di pakêtê de zêdetirî 3 hezar mûşek hene

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku Ukraynayê daxwaza 3 hezar û 350 "Mûşekên Dûravêj ên Êrişê" (ERAM) û alavên pê re girêdayî yên wekî sîstemên GPSê kiriye.

Her wiha di nav pakêtê de konteynerên mûşekan, perçeyên yedek, perwerdeya leşkerî, materyalên lojîstîkî û alavên piştgiriyê jî hene.

"Dê hevsengiya herêmê neguherîne"

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku ev firotin dê "hevsengiya leşkerî ya bingehîn" a li herêmê neguherîne.

Fînansman ji Ewropayê, pesendkirin ji Kongreyê

Hat zanîn ku Ukrayna dê van çekan bi fînansmana welatên wekî Holenda, Norwêc û Danîmarkayê û di çarçoveya bernameya "Fînansmana Leşkerî ya Derve" (FMF) ya Amerîkayê de bikire.

Ji bo ku firotin bi temamî pêk were, pêwîst e Kongreya Amerîkayê jî wê biryarê pesend bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst