Moskow (Rûdaw) – Li Rûsyayê îsal ji ber rêkarên rêgirtin li belavbûna zêdetir a coronayê, rê nehat dayîn ku roja karkeran bê kirin, ew ve yekem care di dîroka 100 salên borî de ku ew roj li wî welatî neyê bibîranîn. Karker jî ji rewşa jiyana xwe dilgiranin û daxwaza çaksaziyê dikin.
Di maweya 100 salên dawî de yekem car e ku li Rûsyayê 1ê Gulanê nayê pîrozkirin. Tevî ku li Rûsyayê ev roj, weke Roja Buhar û Kedê, cejneke fermî ye.
Walîtiya Moskow bi hinceta tedbîrên dijî coronayê, hemû serlêdanên partî û sendîkayên karkeran ji bo lidarxistina meş û xwepêşandanan red kirye.
Çalakvanê sendikaya karkeran Vladîmîr Rodîn dibêje: “Bi sedan hezar ciyên kar têk çûne, hatine girtin û tune bûne. Ewên ku mane jî, tê de keda karkeran ji aliya karsazan ve tê xwarin. Bê guman, mûçeya ku ew distînin, ne hêjayê keda wan a giran e. Karker nikare debara xwe û heqê xwandina zarê xwe jî dabîn bike. Berpirsiyar jî desthilat e.”
Walîtiya Moskow, tenê ji Partiya Komunistê re destûr dae ku bi hejmareke sînordar dikarin çelengekî ber peykerê Karl Marks îdeologê bizava proletaryayê daynîn.
Li gorî daneyên fermî heta destpêka sala 2021 li Rûsyayê 1 milyon 540 hezar kargeh, an ku 1 ji 5 parên tevaya bîznesê çalak hatine girtin. Hejmara bêkariyê 4 mîlyon 460 hezar kes e, an ku %5,9 ye, lê jêderên serbixwe ew rêje weke %13 destnîşan dikin.
Serokê baska ciwanan a Partiya Komûnîst Danîl Rendakov jî got: “Ji ber bêkarî û hejariyê bizava protestoyî her ku diçe xurtir dibe. Jiyana gel berê xirab bû, lê niha hîn xirabtir e. Bê guman, ev hemû sedemên bilindbûna bizava protest ne. Lê ya giring ew e, ka kî serkêşiya wê bizavê bike. Eger bizav bê ser û ber be, ewê dê nagihêje tu encamên sûdmend."
Piraniya analîstên serbixwe û beşdarên şalakiyê pê bawerin, ku desthilat ji tirsa xwe îzna meş û mîtîngan nade, lewre ew çalakî dikarin vegerin li protestoyên dijî hikumetê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse