16 Kurd di rêya Ewropayê de ji mirinê filîtin: ‘Me mirin bi çavên xwe dît’

11-08-2023
Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Koçber Lîbya Ewropa Belem Binavbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Belema ku 16 Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê û 2 kesên ji Sûriyeyê tê de bûn binav bû.  

Îbrahîm Eliyê ku ji mirinê filitiye got, “Me mirin bi çavên xwe dît, hinekan dixwest xwe bikujin.”

16 ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê û 2 ciwanên ji Sûriyeyê, xwe bi belemekê ji bajarê Zawiyayê yê Lîbyayê gihande Îtalyayê.

Belema wan di ava Îtalyayê de binav bû û ew derdora 20 saetî di avê de li hêviya rizgarbûnê man.

Belema ku 29ê Tîrmehê ji Lîbyayê dabû rêyê roja piştî wê, li nêzîkî Îtalyayê binav bû.

Piştî ku ew koçber rojekê di avê de man Hêzên Deryayî yên Îtalyayê ew xelas kirin û bi silametî gihane bajara Mîlanoyê yê Îtalyayê.

Koçberê ji bajarokê Til Erenê yê Helebê Îbrahîm Elî jî di nav wan koçberan de bû ku ji mirinê xelas bûne.

“Me mirin bi çavên xwe dît”

Îbrahîm Elî ani zimên ku gelekî bêhevî bûbûn û got:

“Zehmet e ku mirov 20 saetan di avê de bimîne. Me mirin bi çavên xwe dît. Wan digot em xwe bikujin ji me re ji vî halî çêtir e.”

Îbrahîm Elî, ji pêşkêşkarê Rûdawê Dilbixwîn Dara re bi vî awayî behsa serpêhatiya xwe kir û got:

“Em 29ê Tîrmehê ji bajarê Zawiyayê yê Lîbyayê derketin. Em saet 8ê şevê derketin û me heta saet 2yan ava Lîbyayê xelas kir.

Em bi belemeke mezin derketibûn, paşê em derbasî yeke biçûk kirin. Heta serê sibehê xweş bû lê saet heşt û nîvê sibehê av bilind bû.

Motora belemê xera bû, benzîna me kêm bû û av gelekî bilind bû. Av kete belema me û belem kete binê avê.

“Me ji bo her tiştî haziriya xwe kiribû”

Di beleman de tekerên seyareyan hebûn, me berê ew bi hewayê dagirtibûn. Me ji bo her tiştî haziriya xwe kiribû.

“Avê derdora 80 kîlometreyî em li ber xwe birin”

Em bi van tekeran re ketin avê û avê derdora 80 kîlometreyî em li ber xwe birin. Hêzên Deryayî yên Îtalyayê, 1ê Tebaxê saet 6ê sibehê em xelas kirin.

Me tevan weke zincîrekê bi destên hevdû girtibû. Me yên nexweş û lawaz xistibûne navbera wê zincîrê.

“Em nêzîkî 18-20 saetan di nava avê de man”

Em nêzîkî 18-20 saetan di nava avê de man. Belem binav bûbû û me xwe bi wan tekeran diparast.

Em 19 kes bûn. Em 14 kes ji Til Eranê bûn, 2 kes ji Kobaniyê bûn, kesek Erebê Minbicê bû, kesek Erebê Dêrezorê bû û şofêrê belema me jî ji Kamerûnê bû.

“Em tenê hiştin û çûn”

Kesên ku me bazara xwe bi wan re kiribû di ava Lîbyayê de bi me re bûn lê piştî ku me ew av xelas kir em tenê hiştin û çûn, şofêrê Kamerûnî tenê ma bi me re.

Ez bi Hêzên Deryayî yên Îtalyayê re şitexilîm wan bersin neda, piştî em bi hejmareke din re şitexilîn wan bi Îngilîzî bersiv da me.

Piştî wê em bi jineke Mexribî ya bi navê Newal Ûsiv re şitexilîn, me cihê xwe jê re şand û piştî wê hatine bi me ve.

“Qedexe dikin ku em êlekan li xwe bikin”

Ji bo ku kes me nebîne qedexe dikin ku em êlekan li xwe bikin. Me dixine belemê û ji bo ku balafir me nebînin çadirekê bi ser me dadikin.

“Pasaport û pereyên me li ber avê çûn”

Telefon hebûn bi me re lê ji bo ku cihê me newe tesbîtbirin me telefonên xwe girtibûn. Piştî ku em ji avê derketin me telefonên xwe vekirin lê telefonên me tevan şewitîbûn. Pasaport û pereyên me jî hemû li ber avê çûn.

“Serê şexs 5 hezar dolar dabûn qaçaxçiyan”

Xwedê giravî ev rêwîtiyeke garantî bû û serê şexs 5 hezar dolar dabûn qaçaxçiyan. Bila kes ji wan bawer neke.

Qaxaxçî mirovan ji ava Lîbyayê derbas dikin û wan dixine belemeke biçûk. Wan hema ji ava Lîbyayê derbas dikin û dev ji wan berdidin.

“Laşê me şewitîbû”

Niha ez baş im lê 5-6 rojan rewşa me gelekî xerab bû. Ji ber ku av û benzîn tevlîhev bûbûn laşê me şewitîbû.

“Gelek kesan dixwest xwe bikujin”

Zehmet e ku mirov 20 saetî di avê de bimîne. Me mirin bi çavên xwe dît. Gelek kesan xwest ku bi destên xwe dawiyê li jiyanan xwe bînin. Ji ber ku ti hêviya wan nemabû wan dixwest destê xwe ji teker berdin.

“Bila kes di ava Lîbyayê re neçe Ewropayê”

Wan digot em xwe bikujin ji me re ji vî halî çêtir e. Me ji wan re digot ‘Sebrê bikişînin heta ku Xweda me biparêze.’ Û elhemdulîlah ku Xweda em parastin ji vê avê. Bila kes di ava Lîbyayê re neçe Ewropayê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst