SÛRIYE - Neteweyên Yekbûyî ji ber revandina jinên Elewî gelekî dilgiran e

02-05-2025
Sinan Tunçdemir
Nîşan Sûriye Jinên Elewî Revandin
A+ A-

New York (Rûdaw) - Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî ji ber wan raporên ku behsa revandinê jinên Elewî yên li Sûriyeyê dikin gelekî bi fikar e.

Stephane Dujarric li ser mijarê ji Rûdawê re got, "Ev rapor gelekî dilgiranker e û em derbarê hewldanên zêdekirina tansiyona olî gelekî dilgiran in."

Nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr di pirsa xwe de got ku li gorî raporan, jinên ku hatine revandin ber bi Îdlibê ve tên veguhastin ku baregeha kevneşopî ya Heyeta Tehrîr El Şamê ye.

Sînan Tunçdemîr diyar kir, belge hene ku "ew wekî koleyên zayendî tên bikaranîn, bi rêbazeke ku dişibe koleyên DAIŞê.”

Demên dawî li gund û bajarên qeraxa deryayê, her wiha li gundewarê Humsê û taxên wê û bajarê Hemayê pêwendî bi jinên ku temenê wan di navbera 18 û 30 salî de ye qut dibe.

Hinek ji wan nezewicî ne, hinekên din jî zewicî ne û hinek ji wan xwendekarên zanîngehan an karmend in.

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) hejmara jinên Elewî yên revandî gihiştiye zêdetir ji 50î.

Pirsa Rûdawê û bersiva Stephane Dujarric wiha ne:

Rûdaw: Spas Stephane, li gorî raporan ji dema ku HTŞyê Kanûna Pêşîn desthilata Sûriyeyê xist bin kontrola xwe, me pêlek revandina jinan dît ku bi piranî Elewî bûn û ber bi Îdlibê ve hatine birin ku keleheke kevneşopî ya HTŞyê ye. Delîl derdikevin holê ku ev jin wekî koleyên seksê tên birin û revandin û dişibe sala 2014an a kolekirina bi hezaran jinên Êzîdî ji aliyê DAIŞê ve. Her wiha Birêz Geir Pedersen jî di axaftina xwe ya hefteya borî de li Konseya Ewlehiyê ev yek anî ziman. Gelo komîteyek heye ku vê dozê bi awayekî zelal lêkolîn bike?

Stephane Dujarric: Ev rapor, bi kêmanî, pir dilgiranker e û em ji her hewldana ji bo zêdekirina tengezariyên mezhebî li Sûriyeyê pir nîgeran in. Ez dê bi hevkarên xwe yên di komîsyona li Sûriyeyê de ku li dora konseya mafên mirovan dixebitin, bipirsim ka wan bi taybetî li ser vê mijarê xebat kiriye yan na.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst