Dusseldorf- Wezîra Perwerde û Entegrasyonê ya Swêdê Simona Mohasonê eşkere kir ku hikûmeta wê dixwaze wan dê û bavên ku li gel zarokên xwe diçin seferên derveyî Swêdê û dema dibistan dest pê dikin, li gel zarokên xwe hîn di seferê de dimînin ceza bike.
Ev yek bi taybetî ji bo wan malbatan e ku bêyî destûra dibistanê zarokên xwe dibin seferê an dereng vedigerin.
Li gorî pergala niha ya Swêdê, ceza ji bo vê binpêkirinê hatiye danîn lê awayê cîbicîkirina wê nehatiye zelalkirin.
Wezîra Swêdî dixwaze wê yekê vekole ka çawa dikare cezayê darayî li wan dê û bavan were birîn.
Ew diyar dike ku ev cure doz gelek zêde bûne û divê rê li ber wan bê girtin. Wekî ku ew behs dike, carinan zarok bi zorê bo van seferan tên birin.
Di medyaya Swêdê de jî mînak bi çend dozan hatiye dayîn ku dê û bav zarokên xwe dibin welatê xwe û li wir bi zorê wan dizewicînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse