Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Awustraliyayê dixwaze hejmarek ji welatiyên xwe yên jin û zarokên çekdarên DAIŞê ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerîne.
Hikûmeta Awustraliyayê ragihandiye, di plana wan de heye ku hejmarek ji welatiyên xwe yên endamên malbatên çekdarên DAIŞê ku niha li her du kampên Hol û Roj ên li Rojavayê Kurdistanê ne, vegerîne.
Li gor planê, zêdetirî 20 jin û 44 zarokên çekdarên DAIŞê dê bo Awustraliyayê bêne vegerandin.
Li gor zanyariyan, gelek ji wan zarokan temenê wan di jêr 6 saliyê de ye.
Di sala 2019an de hikûmeta Awustraliyayê 8 welatiyên xwe ji kampên di bin desthilata Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de vergerandin, lê ji wê demê ve heta niha ti kesekî din nebiriye.
Berdevka Wezareta Navxwe ya Awustraliyayê Clare O’Neil îro Yekşembê 2ê Cotmeha 2022an ji medyaya Brîtanî re ragihandiye, “armanca sereke ya hikûmeta Awustraliyayê parastina hevwelatiyên xwe û berjewendiyên niştimanî yên welat e. Eger em hesasiyeta vê mijarê bidin ber çavan, baş nîne ku em derbarê vê mijarê de biaxivin.”
Piraniya wan zarokên ku dê bên vegerandin li kama Roj in. Rewşa ewlehiyê li kampa Roj ji rewşa kampa Holê baştir e, lê beşek ji rêxistinên navdewletî dibêjin, nexweşî û pirsgirêka nebûna xwarina pêwîst li wê kampê heye.
Li gor agahiyan, hejmaraka welatiyên Awustraliyayî li nav kampa Holê kêmtir e, rewşa kampê jî metirsîdar e û li gor amara rêxistina Neteweyên Yekbûyî di 18 mehên dawî de zêdetirî 100 kes li wê kampê hatine kuştin.
Ji ber rewşa xirab a ewlehiyê li kampa Holê û ji ber hebûna hejmareke zêde ya endamên şaneyên nihênî yên DAIŞê li wê kampê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) meha bihorî dest bi operasyoneke mezin di nav kampê de kir û di encama operasyonê de zêdetirî 300 kes hatin desteserkirin û dest bi ser gelek çek û teqemeniyan de hat girtin.
Hikûmeta Holandayê jî dê 41 welatiyên xwe ku ji 12 jin û 29 zarokên DAIŞê pêk tê ji kampên Holê û Roj yên li Rojavayê Kurdistanê vegerîne, lê heta niha dema cîbicîkirina vê planê nehatiye diyarkirin.
Di Sibata 2022an de, 5 jin û 11 zarokên Holandî yên çekdarên DAIŞê ji kampên Rojavayê Kurdistanê bo welatê xwe hatibûn vegerandin. Ew jin yekser ji aliyê hikûmeta wî welatî ve bi tohmeta terorê hatibûn girtin.
Li gor Hikûmeta Holandayê di salên "Xîlafeta DAIŞê" de nêzîkî 300 welatiyên wan çûbûnr Sûriye û Iraqê, niha jin li gel zarokên xwe li kampên jinan ên HSDê dimînin û zilam jî di zindanan de ne.
Ji sala 2019an ve Almanyayê 91 welatiyên xwe, Fransayê 86 welatî, Amerîkayê 26 welatî, Kazaxistan zêdetirî 700 welatî û Rûsyayê jî zêdetirî 200 welatiyên xwe ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerandine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse