Pentagon: Mesrefa şerê li Îranê gihîşt 29 milyar dolaran

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Şer Kongreya Amerîkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Wezîrê Şer ê Amerîkayê ragihand ku mesrefa şerê li Îranê gihîştiye nêzîkî 29 milyar dolarên Amerîkî.

Di heman demê de Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth di rûniştineke Kongreya Amerîkayê de ji ber mesref, stratejî, "nezelaliya" şer û daxwaza budceya 1,5 trilyon dolarî ya wezareta xwe rastî rexneyên tund hat.

Di rûniştineke Komîteya Dayîna Budceyê ya Kongreya Amerîkayê de, Alîkarê Wezîrê Şer ê Amerîkayê Jay Hurst amarên nû yên li ser mesrefa şer eşkere kirin û got, "Mesrefa şer gihîştiye nêzîkî 29 milyar dolaran."

Ev di demekê de ye ku wezaretê 2 hefte berê ragihandibû ku mesref 25 milyar dolar e.

Hurst sedema vê zêdebûnê bi "mesrefa çêkirin û guhertina kel û pelan" û "mesrefên giştî yên operasyonan" ve girê da.

Hegseth û Serokê Desteya Hevbeş a Sererkanên Amerîkayê Dan Cain, ji bo gotûbêjkirina budceya pêşniyarkirî ya 1,5 trilyon dolarî ya Pentagonê ya sala 2027an beşdarî rûniştinê bûbûn lê şerê li Îranê û mesref bûn rojeva sereke ya rûniştinê.

Pirsgirêka budceya şer û "nezelaliya" îdareya Trump

Yek ji xalên sereke yên dilgiraniyên yasadaneran ew bû ku di budceya 1,5 trilyon dolarî de mesrefa şerê li Îranê cih negirtiye û Kongre çend hefte ne li benda pêşkêşkirina daxwazeke budceya taybet a şer e.

Serokê Komarî yê Komîteya Dayîna Budceya Parastinê Ken Calvert, ji Hegseth pirsî bê ka ew dê kengî wê daxwazê pêşkêş bikin.

Hegseth di bersiva xwe de got, "Her tiştê ku em pêwîst bibînin, em dê pêşkêş bikin" lê bersiva pirsa wî neda.

Endama Demokrat a Komîteyê Betty McCollumê rexne li "nebûna zelaliyê" girt û ragihand, "Tevî ku îdareyê ragihand ku şer bi dawî bûye jî, operasyonên leşkerî didomin."

McCollumê li ser wî pereyê ku ji bo operasyonan, keştiyan, tijîkirina depoyên cebilxaneyan, tazmînkirina kel û pelên ji dest çûne, mesrefa sotemeniyê û çêkirina dezgehên Amerîkî yên li herêmê pêwîst e daxwaza zelalkirinê kir.

Nakokiya li ser kêmkûna cebilxaneyan

Pirsa kêmkûna depoyên çek û cebilxaneyên Amerîkayê yek ji mijarên din ên sereke yên rûniştinê bû.

Hegseth rexne red kirin û da zanîn, "Pirsa cebilxaneyan bi awayekî bêwate û bêfeyde hatiye mezinkirin. Em bi temamî dizanin çi di destê me de heye. Têra me heye."

Lê belê ev daxuyaniya Hegseth bi beşeke mezin a daxwaza budceyê re nagunce ku ji bo tijîkirina depoyên valabûyî yên cebilxaneyan hatiye terxankirin.

Dan Cain jî hewl da dilgiraniyan kêm bike û got, "Ji bo wan erkan, têra me cebilxane heye."

Berpirsên îdareya Trump û Kongreyê berê ragihandibû ku şer Pentagon neçar kiriye ku bilez bombe, mûşek û kel û pelên din ji depoyên Asya û Ewropayê veguhêzine Rojhilata Navîn.

Vê yekê jî amadehiya Amerîkayê ya ji bo rûbirûbûna hevrikên wekî Rûsya û Çînê kêm kiriye.

Rexneyên tund ên Demokratan

Demokratan bi tundî êrişî Hegseth kir, Senatorê Demokrat ê eyaleta Delawareyê Chris Coons, ji Hegseth re got:

"Hinek caran wisa xuya dike ku hûn ji bo serkeftina di şerên çandî de ji serkeftina di vî şerê rasteqîn ê ku em tê de ne, bi kelecantir in."

Endama Demokrat a Komîteya Dayîna Budceyê ya Kongreya Amerîkayê Rosa DeLauroyê qala "nebûna zelaliyê" kir û anî ziman:

"Divê di dawiya şer de bersiva vê pirsê bê dayîn: Me çi bi dest xist û bi çi qas mesrefî?"

Nîqaşên li ser agirbestê û plana paşerojê

Hegseth di bersiva pirseke li ser agirbestê de, bi awayekî nezelal got:

"Piraniya caran, agirbest tê wateya rawestandina şer, em jî dizanin ku ev yek di dema birêveçûna gotûbêjan de pêk hatiye."

Ev yek piştî wê tê ku Trump roja duşemê ragihandibû ku agirbest "li ber mirinê ye".

Hegseth dema ku pirsa plana paşerojê jê hat kirin da zanîn:

"Eger pêwîst bike planên me ji bo zêdebûna aloziyan hene; eger pêwîst bike planên me ji bo vekişînê hene.

Planên me ji bo veguhastina hêz û kel û pelên leşkerî hene" lê amade nebû di rûniştinê de hûrgiliyên zêdetir eşkere bike.

Rûniştin bi alozî dest pê kir. Dema ku Hegseth gihîşt salona rûniştinê, rûbirûyî nerazîbûna çalakvanekî bû ku destên xwe bi rengê sor ê wekî xwînê reng kiribû û ji Wezîrê Şer xwest ku şerê li Îranê rawestîne.

Hegseth di destpêka axaftina xwe de ti amaje bi şerê li Rojhilata Navîn nekirin ku ev yek ji rûniştina wî ya du hefte berê cuda bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst