Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Îranê yê Çînê diyar kir ku Pekîn wekî navbeynkarek tê çaverêkirin ku ji bo kêmkirina alozîyên di navbera Tehran û Washingtonê de tê dîtin.
Lê belê wî destnîşan kir ku nabe navbeynkarî wekî amûreke ji bo zextê ya li ser Îranê were bikaranîn.
Balyozê Îranê yê Çînê Rehmanî Fezlî ji ajansa fermî ya welatê xwe re axivî û got:
"Çîn dikare bibe hêzeke girîng ji bo kêmkirina alozîyên di navbera Tehran û Washingtonê de lê nabe ku navbeynkarî bibe amûrek ji bo birêvebirina zexta li dijî Îranê."
Ev daxuyaniyên Balyozê Îranê piştî serdana Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ya Pekînê hatin.
Her wiha ev daxuyaniyên wî hevdem in bi amadehîyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên ji bo geşteke fermî ya Çînê ku biryar e sibe bi rê ve biçe.
"Çîn hevparekî stratejîk e"
Fezlî destnîşan kir ku Çîn ji bo Îranê ne tenê "hevparekî aborî" ye, her wiha beşek e ji "hevsengiyên siyasî" yên welatê wî yên li hemberî gefên derve û anî ziman:
"Îran di qonaxa piştî şer de pişta xwe nade bertekên demkî lê bi rêya xebata bi hevparên xwe yên stratejîk re hewl dide pêgeha xwe ya dîplomatîk ji nû ve pênase bike."
Balyozê Îranê da zanîn ku Çîn ji perspektîfa "rêlibergirtina şer û parastina ewlehiya herêmê" li krîzan dinêre, ne bi rêya zexta li ser Tehranê.
Rewşa li Tengava Hurmizê
Fezlî li ser aloziyên li Tengava Hurmizê jî diyar kir ku rêkarên ewlehiyê yên Îranê "parastin" e û armanc ne astengkirina bazirganiyê ye.
Ev daxuyaniyên Balyozê Îranê di demekê de ne ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê di gaveke nû de 12 kes û sazî bi tohmeta "firotin û veguhastina petrola Îranê" ya Çînê xistin lîsteya cezayan û ew şandin lîsteya reş.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse