Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniyeke taybet a ji bo Rûdawê de, pêdagiriyê li ser gotinên xwe yên berê yên derbarê dayîna çekan a ji bo Kurdan dike.
Trump dibêje ew berpirsên leşkerî yên Amerîkayê yên ku van zanyariyan red dikin "xelet in".
Donald Trump îro dema ku Koşka Spî bi cih dihişt û ber bi Çînê ve bi rê diket, pirsa Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivand.
Nûçegihanê Rûdawê ji Donald Trump pirsî: "Cenabê Serok, te doh got te çek dane Kurdan û wan ji xwe re birine lê berpirsekî leşkerî yê Amerîkayê dibêje çek nehatine dayîn û aliyên Kurdî jî red dikin ku wan çek wergirtibin?"
Donald Trump ji Rûdawê re ragihand: "Ew berpirs xelet in."
"Kurdan em bêhêvî kirin"
Donald Trump 11ê Gulana 2026an li Koşka Spî li ser şandina çekan a ji bo xwenîşanderên Îranê axivîbû.
Trump gotibû ku xelk dixwaze birije kolanan lê ti çekên wan nînin û berdewam kiribû:
"Baweriya wan ew bû ku dê Kurd çekan bidin wan lê wan em bêhêvî kirin. Kurd tenê dibin, dibin û dibin."
Berpirsekî leşkerî gotinên Trump red dikin
Berpirsekî leşkerî yê Amerîkayê jî gotinên Trump red dike.
Wî berpirsî ji Rûdawê re ragihandiye ku welatê wî çek nedane Kurdan.
Trump ji destpêka şerê Îranê ve çend caran rexne kiriye ku wan çek ji bo xwenîşanderên Îranê şandine lê Kurdan ew radestî xwenîşanderên Îranê nekirine.
Heta niha aliyên Kurdî li ser vê mijarê ti daxuyanî nedane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse