Trump: Em dê rê nedin Îranê ku uranyumê dewlemend bike

03-06-2025
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Îran Bernameya Nukleerî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku di çarçoveya peymana nukleerê ya bi Îranê re bê îmzekirin de destûr dê neyê dayîn ku Tehran bernameya dewlemendkirina uranyumê pêk bîne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê Truth Socialê derbarê pêvajoya dan û standinên nukleerê yên di navbera Amerîka û Îranê de daxuyaniyek da.

Trump got divê bernameya dewlemendkirina uranyumê ya Îranê divê bihata rawestandin û wiha dewam kir:

"Di çarçoveya peymana me ya muhtemel de em dê ji bo dewlemendkirina uranyumê destûrê nedin."

Ji aliyê din ve platforma nûçeyan a Axiosê derbarê pêşnumaya pêşniyara peymana nukleerê ya ku Amerîkayê pêşkeşî Îranê kiriye de nûçeyek weşandibû.

Di nûçeyê de hatibû îdiakirin ku "qasî demekê ji bo Tehranê destûr dê bê dayîn ku ew di asteke kêm de uranyumê dewlemend bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst