ALMANYA - Koçberên ku daxwaza wan hatiye redkirin dê werin dersînorkirin

04-06-2025
RÛDAW
Alaya Almanyayê / Wêne: Arşîv
Alaya Almanyayê / Wêne: Arşîv
Nîşan Almanya Koçber Dersînorkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Almanyayê biryar da, koçberên ku daxwaza wan a rûniştinê hatiye redkirin yekser dersînor bike.

Hikûmeta Almanyayê tedbîrên tund li dijî koçber û penaberan distîne ku hefteyê borî dadgeheke Berlînê ragihand, redkirina koçberan a li ser sînor ne qanûnî ye.

Hikûmeta Almanyayê çend tedbîr ji bo tundkirina qanûnên penaberiyê qebûl kirin ku di nava wan de planek ji bo hêsankirina destnîşankirina “wan welatên aram ên ku koçber jê tên” û dersînorkirina wan kesên ku daxwaza wan a mafê rûniştinê tê redkirin.

Ev gav piştî wê hat ku Wezîrê Karên Navxwe yê Almanyayê Alexander Dobrindt 7ê Gulanê destûr da polîsan ku koçberan li ser sînor vegerînin û nehêlin ku bikevin nava welêt.

Biryara Dobrindt ji aliyê Dadgeha Îdarî ya Berlînê ve wekî “neqanûnî” hat binavkirin.

Dadgeha Îdarî ya Berlînê 2yê Hezîranê di daxuyaniyekê de ragihand, “Ew kesên ku li ser axa Almanyayê daxwaza mafê penaberiyê dikin, divê neyên vegerandin.”

Biryar piştî îtirazeke sê welatiyên Somaliyê ve hat ku li îstasyoneke trênê ya li ser sînorê Polonyayê ji aliyê polîsan ve lêpirsîn li wan hatibû kirin.

Wan her sê welatiyan daxwaza mafê penaberiyê kir lê heman rojê ber bi Polonyayê ve hatin vegerandin.

Kabîneya hikûmetê çi biryar da?

Dobrindtê ku ji Partiya Yekîtiya Xiristiyan Sosyal (CSU) e dixwaze hikûmet di paşerojê de tenê berpirsiyar be ji bo destnîşankirina “welatê aram” tê hesabandin da ku ew penaberên ku jê tên werin dersînorkirin.

Li gorî plana wî, êdî ne hewce ye ku Konseya Bilind a Parlamentoya Almanyayê ku nûnertiya 16 herêmên federal dike, biryar li ser “eger zordarî li welatekî hebe, xelkê wî welatî dikarin li Almanyayê mafê penaberiyê wergirin” bide.

Ev jî hejmara wan kesên ku hêjayî wergirtina mafê penaberiyê ne kêm dike û dersînorkirina penaberan a ber bi welatên wan ve hêsantir dike bi mercê ku welatên wan wekî “aram” werin destnîşankirin.

Encûmena Wezîran hilweşandina qanûnekê qebûl kir ku dixwest bi awayekî otomatîk parêzerek ji aliyê dewletê ve ji bo wan kesan bê dabînkirin ku berî ku bên dersînorkirin ji aliyê hikûmetê ve tên desteserkirin.

Ev qanûn di serdema hikûmeta berê de bi serokatiya Sosyal Demokratan û bi israra Partiya Kesk hatibû qebûlkirin.

Dobrindt li Berlînê ji rojnamegeran re got, “Ev gavên sereke ne ku beşek in ji komek tedbîrên giştgir ji bo guherîna sîstema penaberiyê.”

Çaksaziyên ku ji aliyê hikûmetê ve hatine qebûlkirin hîn jî hewceyî pesendkirina parlamentoyê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst