Giessen (Rûdaw) - Katrin Hechlerê amaje bi dersînorkirina Kurdên Êzidî kir û diyar kir ku divê mijara naskirina komkujiyê û dersînorkirinê ji hev cuda bên nirxandin.
Li bajarê Giessenê yê Almanyayê 11emîn salvegera komkujiya Şingalê bi merasîmekê hat bibîranîn.
Di demekê de ku Parlamentoya Almanyayê komkujî nas kiriye, dersînorkirina malbateke Êzidî di hefteya borî de bû sedema nîqaş û rexneyan.
11 sal li ser komkujiya Şingalê derbas bûn lê birînên wê hîn jî di dilê civaka Êzidî de zindî ne.
Li bajarê Giessenê bi beşdariya siyasetmedarên Alman û nûnerên olên cuda, koletî û destdirêjiya sîstematîk a DAIŞê ya li dijî bi hezaran Êzidiyan careke din hat bibîranîn û şermezarkirin.
Neteweyên Yekbûyî û Parlamentoya Almanyayê sala 2023yan êrişên DAIŞê wekî "komkujî" nas kiribûn û soza parastina Êzidiyan dabûn.
Lê hefteya borî, Almanyayê 43 welatiyên Îraqî dersînor kirin ku malbateke Êzidî jî di nav de bû.
“Divê her doz cuda li ber çavan were girtin”
Sekretera Dewletê ya Wezareta Kar, Întegrasyon, Ciwanan û Karûbarên Civakî ya Herêma Hessenê Katrin Hechlerê diyar kir ku divê mijara naskirina komkujiyê û dersînorkirinê ji hev cuda bên nirxandin û got:
"Ez bawer dikim ew ne girêdayî hev in. Em Alman qanûneke me ya penaberan heye ku em pê serbilind in û divê em wê biparêzin jî.
Lê divê her doz cuda li ber çavan were girtin. Êşa Êzidiyan mezin e û lewma îro em tev li vir in, û ez jî wekî endama hikumeta herêma Hessenê.
Dîsa jî ev yek qanûna penaberiyê bin pê nake. Her dem dê yeko yeko ew doz li ber çavan bên girtin.
Carinan mirov nikare zû biryarê bistîne, divê li kaxezan binere û bi hûrgilî fêm bike, çima ji bo hin penaxwazan mafê penaberiyê nayê dayîn."
“Ev yek nayê tehemulkirin”
Damezrênerê rêxistina mafên penaberan a bi navê "Pro Asyl"ê Dr. Jurgen Micksch jî siyaseta penaberiyê ya hikûmeta nû rexne kir û got:
"Li Almanyayê me bipêşketineke kembax di warê penaberiyê de heye. Ev jî berpirsiyariya hikumeta nû ye.
Wan kampagneke li dijî penaberiyê kir. Bi taybet partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan. Û niha dixwazin vê yekê bi cih bînin, û bi cih tînin jî.
Û em wekî rêxistina Pro Asyl an jî wekî mirovên pabendî mafên mirovan dikarin bi tenê bibêjin: ev yek nayê tehemulkirin.
Û em gelekî xemgîn in ku bi taybet Êzidî, yên ku ewqas êş dîtine, niha li welatê me jî vê êşê dibînin, di bin destê siyaseteke kujer de."
Serokê Encumena Şêwirmendiyê ya Êzidiyan a Almanyayê Dr. Îrfan Ortaç jî metirsiya li ser dersînorkirina Kurdên Êzidî anî ziman.
Ortac da zanîn ku ev 11 sal in Êzidî hem li derve û hem jî li hundirê welatê xwe wekî penaber dijîn.
Niha daxwaza sereke ya civaka Kurdên Êzidî û dostên wan ew e ku çareseriyek ji bo rewşa wan were dîtin da ku karibin bi aramî û ewlehiyê li welatê xwe bijîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse