Li Moskowê Christmaseke bêdeng: Bihabûnê bazar sar kiriye

Duh li 02:36
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Xelkê Moskowê /Wêne: Rûdaw
Xelkê Moskowê /Wêne: Rûdaw
Nîşan Moskow Christmas Bazar Bihabûn
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Li Moskowa paytexta Rûsyayê îsal kirîna diyariyên sersalê û Christmasê ne wekî salên berê ye.

Beriya Cejna Jidayikbûna Îsa Pêxember anku Christmasa Ortodoksan, li market, firoşgeh û bazarên Noelê bêdengiyeke neasayî heye.

Bihayên giran û enflasyonê welatî neçar kirine ku bi awayekî cidî çav li xerckirinên xwe bigerînin.

Teserûfê bandor li her tiştî kiriye, ji xwarinên ji bo sifreya cejnê bigire heta diyariyên ji bo hezkiriyan.

"Zehmetiyên darayî bandor li me hemûyan kiriye"

Bijîşka zarokan Anastasya Milyayeva diyar kir ku rewşa aborî bandor li wan kiriye û got:

"Bê guman ez nikarim veşêrim ku rewşa zehmetiyên darayî bandor li me hemûyan kiriye.

Em malbateke mezin in, zarokê me yê biçûk jî heye. Deynê me yê îpotekê yê bankê jî heye. Loma jî bandora zehmetiyên darayî heye."

Milyayeva bal kişand ser amadekariyên cejnê û wiha berdewam kir:

"Tevî ku em hemû kar dikin, hevserê min kar dike, ez jî kar dikim. Me her yek diyariyek amade kiriye ji bo zarok.

Her çawa be jî, dil dixwaze ku cejnê bi diyarên biçûk be jî pîroz bike, hem ji bo xwe, hem ji bo hezkiriyên xwe."

Kesên ku dixwazin bi her awayî kêş û hewaya cejnê, di serî de ji bo zarokan biparêzin, neçar in ku di navbera xwesteka dilê xwe û sînorên berîkên xwe de hevsengiyekê peyda bikin.

"Hêviya me mucizeya Christmasê ye"

Mamosteya dibistana seretayî Olga Petrova jî da zanîn ku ew hêviya xwe winda nakin û got:

"Bê guman zehmetiyên aborî hene. Lê tevî zehmetiyan, em hewl didin morala xwe bilind bigirin. Her tişt baş e.

Em bawer dikin ku dê her tişt baş be. Hêviya me mucizeya Christmasê ye. Aştî dê pêk were."

Analîstên aboriyê berê pêşbînî kiribû ku dê rêjeya çalakbûna xerîdaran di hefteya Christmasê de kêm bibe.

Welatî pêşîniyê didin kelûpelên bingehîn û diyariyên sembolîk ên erzan. Wate, hişyariya darayî li Rûsyayê êdî bûye rastiyeke nû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst