Moskow (Rûdaw) - Li Rûsyayê, ku Ortodoksî yek ji dînên sereke ye, Roja Jidayîkbûna Îsa Mesîh, berevajî cîhana rojavayî, di 7ê Çileyê de tê pîroz kirin. 6ê Çileyê jî, erefeya vê cejnê ye ku heta ku stêrka yekem li ezmên xuya bike, berdewam dike.
Cejna Jidayikbûna Mesîh, piştî çil rojan rojiya hişk, an ku piştî paqijkirina giyanê re destpê dike, ku jê re dibêjin Rojiya Zayînê.
Bawermend Mariya Çûrkîna dibêje "Em bi malbatî ji Donbasê hatine, ku Roja Jidayîkbûnê li Moskowê pêşwazî bikin. Piştî serdana kilîseyê emê biçin mal, xwarineke taybet çêbikin û li dor sifreya cejnê emê cejna xwe pîroz bikin."
Bawermenda ortodoksî Yelena Mixaylova got "Bê guman, ji bo me pir giring e ku zarokê me giringiya vê rojê bizane û pê şa bibe. Me diyariyeke taybet jê re kiriye. Îşev dê dayik û bavên me û xizmên nêz bên mala me. Em xwarinê hazir dikin û li dor sifrê kom dibin."
Cejna Jidayîkbûnê cejneke ku ji pitik Îsa re hatiye terxankirin li Rûsyayê yek ji şahiyên herî geş e, ku tê de cîhê sereke ji zarokan re tê dayîn.
Bawermenda ortodoksî Yelena Mixaylova got "Bê guman, ji bo me pir giring e ku zarokê me giringiya vê rojê bizane û pê şa bibe. Me diyariyeke taybet jê re kiriye. Îşev dê dayik û bavên me û xizmên nêz bên mala me. Em xwarinê hazir dikin û li dor sifrê kom dibin."
Hemû dêrên Ortodoksî ji bo rêûresma pîrozkirina jidayîkbûna Îsa Mesîh hatiye xemilandin. Herçend ji mesîhiyên Rûsî re Ortodoks, an ku kevneparêz tê gotin jî, welatiyên Rûsyayê zêde dîndar nînin. Dibe ku karîgeriya serdema îdeolojiya Komûnîstî hê jî dimîne.
Keşeyê ortodoksî Keşe Sergî ragihand "Xoşbextane êdî gelek kes vegeriyane ser dîn. Ev cejneke sekuler, an ku layîk nîne. Ev ne seyrana gel e jî. Herçend sifreyeke cejnê pêwîst e; fitara piştî Rojiya Zayinê ku 40 kişandiye. Lê ya sereke ew nîne. Ya sereke pêşwazikirina Mesîh e, ku ji bo her kesî xweşbextiyeke mezin e."
Tê bawerkirin ku Jidayikbûna Mesîh di şeva 25ê Kanûnê de pêk hatiye. Jixwe hemû dêrên, ku li gorî salnameya Grîgoryanê dimeşin, vê cejnê di wê rojê de pîroz dikin. Belam gelek dêr, dêra Ortodoksî ya Rûsî jî tê de, salnameya kevin, Julianê bikar tînin, ku di sedsala 21an de 14 roj li paş salnameya Grîgoryanê dimîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse