Rûdaw navên koçberên Kurd ên ku belema wan li Cezayîrê binav bû eşkere dike

07-06-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Koçberên Kurd Cezayîr Belem Binavbûn Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deryaya Spî belemeke koçberên Rojavayê Kurdistanê û Cezayîrî binav bû û di encam de 26 koçber xeniqîne. Li gorî zanyariyan, di belemê de 17 koçberên Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest dane.

Heta niha termê 7 koçberên Rojavayê Kurdistanê gihiştine nexweşxaneyên Cezayirê, hîn termê 10 koçberan nehatiye dîtin. Rûdaw navên 15 koçberên Rojavayê Kurdistanê ku di wê belemê de bûn belav dike.

Li gorî zanyariyên Rûdawê şeva Yekşema bûrî, belemeke koçberan ku dixwest ji peravên bajarê Erhat yê Wîlayeta Tîbaze ya biçe Îspanyayê, piştî ku 30 kîlometreyan dûrî peravên Cezayirê ket, binav bû.

Herwiha li gorî zanyariyên ku ketine destê Rûdawê di wê belemê de 26 kes hebûne, 18 ji wan ji Rojavayê Kurdistanê bûn û 8 jî welatiyên Cezayirî û Mexribî bûne, tenê Ciwanekî Kobanî yê 17 salî bi navê Mehmûd Reşo û ciwanekî Cezayirî rizgar bûne.

Henan Derwîş, xizmê qurbaniyan e li Cezayîrê ji Rûdawê re got, heta niha termên 7 koçberên Kurd gihiştiye nexweşxaneyên Cezayîrê, hîn termên kesên din nehatine dîtin.

Herwiha Henan Derwîş diyar kir ku dema koçber dixwazin biçin Ewropa qaçaxçî ji wan re xweş dikin, lê dema digihêjin Cezayirê rewş gelek xirab e, û nikarin vegerin û neçar dibin xwe li avê bixin.

 

Navên qurbaniyên ku di belemê de bûn wiha ne:

- Mesûd Mihemed (34), hevjîna wî Ula Ebdilrezaq (23) û zaroka wan Larîn Mihemed (4) ji bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê.

- Helîme Mihemed Mistefa (47), kurê wê Ferman Edîb10 salî û mirova wan Emîre Hebeş ya (27) jî Kobaniyê.

- Yasemîn Cewdet Seadî (32) hevjînê wê Ehmed Kîko (42), li gorî zanyariyan ev nêzîkî 2 salane zewicî ne, zarokên wan tune ne, dixwestin biçin Ewropa.

- Selah Yûsif 17 salî ji Kobaniyê

- Mehmûd Kerio ji Kobaniyê

- Şiyar Xelîl (36) ji Efrînê ye û hevjîna wî Cemîle Elî (27) ji Serê kaniyê ye. Kurên wan Azad yê 5 salî û Eyaz yê 6 mehî jî ku li Cezayirê çêbûye, ew jî di nava qurbaniyan de ne.

Herwiha tenê ciwanê ji Kobaniyê yê bi navê Mehmûd Reşo yê 17 salî rizgar bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst