Amerîka: Em dê derxistina Sûriyeyê ji lîsteya welatên ku piştgiriyê didin terorê binirxînin

07-08-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re ragihand ku wezareta wan li ser statuya Sûriyeyê ya di lîsteya welatên piştgirên terorê de dinirxîne, da ku eger li gorî rêkar û yasayên Amerîkayê guncav be, ji lîsteyê were derxistin.

Wî berpirsî got, “Li ser fermana Serok (Donald) Trump, Wezareta Karên Derve biryara polenkirina Sûriyeyê ya wekî welatê piştevanê terorê dinirxîne.”

Tevî ku piştî rûxandina desthilata Serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed a di Kanûna Pêşîn a par de helwesta Amerîkayê ya li hemberî Şamê guheriye, wî berpirsî ji Rûdawê re got, “Sûriye hîn jî di lîsteya welatên piştgirên terorê de ye. Sûriye ji sala 1979an ve wekî welatekî piştgirê terorê hatiye polenkirin.”

Li gorî wî berpirsî, “Eger biryar were dayîn ku Sûriye ji lîsteyê were derxistin, pêwîst e Wezareta Karên Derve û Serok hinek gavan biavêjin.”

Sûriye li gel Îran, Koreya Bakur û Kubayê di lîsteya welatên piştgirên terorê de ye ku hikûmeta Amerîkayê di wê baweriyê de ye ku piştgiriyê didin “terora navneteweyî.”

Alîkariyên leşkerî û aborî yên Amerîkayê ji bo welatên di lîsteyê de tên sînordarkirin, çek ji wan re nayên firotin, sizayên darayî li ser wan tên sepandin û qurbaniyên “terorê” dikarin li dadgehên Amerîkayê gilî li wan bikin.

Mercên derxistina ji lîsteyê

Li ser mercên Amerîkayê yên ji bo derxistina Sûriyeyê ji lîsteyê, berpirsê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re got ku pêdivî bi gavên Kongreyê heye.

Wî berpirsî got, “Yasaya Amerîkayê ji bo derxistina welatan a ji lîsteya welatên piştgirên terorê xwedî rêkarên taybet e.

Her gaveke têkildarî statuya Sûriyeyê ya di lîsteyê de were avêtin, dê li ser bingeha wan yasa û rêkarên ku ji aliyê Kongreyê ve hatine danîn be.”

Trump Gulana îsal serdana Siûdiyê kiribû, bi navbeynkariya Şazade Mihemed Bin Selman li gel Serokkomarê qonaxa veguhêz ê Sûriyeyê Ehmed Şer civiya bû.

Trump wê demê ragihandibû ku dê sizayên li ser Sûriyeyê kêm bike.

Hezîrana îsal, Kongreya Amerîkayê Sûriye ji lîsteya “welatên şerxwaz” derxist.

Her di dawiya wî mehê de, Trump ji bo kêmkirina sizayên li ser Sûriyeyê fermaneke cîbicîkar îmze kir lê sizayên li ser hikûmet û berpirsên berê yên Sûriyeyê hiştin.

Her wiha 7ê Tîrmehê, Amerîkayê bi awayekî fermî Heyeta Tehrîr El Şam (HTŞ) ji lîsteya rêxistinên terorîst ên biyanî derxist.

HTŞya ku piştî zêdetirî 13 salan şerê navxweyî, Kanûna Pêşîn a par bi êrişeke çekdarî ya bilez dawî li desthilata nîv sedsalî ya malbata Esedan anî, ji aliyê Ehmed Şer ve tê birêvebirin û berê navê wê El Nusra bû û şaxeke rêxistina El Qaîdeyê bû.

Lê tevî van hemû gavan jî dilgiraniyên Washingtonê yên li hemberî hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û rewşa navxweyî ya welêt bi dawî nebûne, bi taybetî jî ji ber derketina şer û pevçûnan di navbera hikûmeta ku piraniya wê Sunnî ye û pêkhateyên din ên welêt de.

Piştî derketina şerê di navbera eşîrên Ereb ên Sunnî û çekdarên Durzî de li parêzgeha Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê, Amerîkayê navbeynkarî kir da ku agirbest were ragihandin lê tevî agirbestê jî şer û pevçûn bi temamî ranewestiyane.

Washingtonê gelek caran ducare kiriye ku bi mercê tevlîbûna hemû pêkhateyan a di birêveberiya paşeroja Sûriyeyê de, piştgiriyê dide Şamê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst