8 endamên Boko Haramê hatin kuştin

08-05-2025
Nîşan Boko Haram Nîjerya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Nîjeryayê ragihand ku wan 8 endamên Boko Haramê kuştine.

Li eyaleta Bornoyê ya li bakurrojhilatê Nîjeryayê, li hemberî Boko Haramê operasyonek hat kirin û 8 endamên wê hatin kuştin.

Reuben Kovangiyayê Fermandarê “Operasyona Hadin Kai”yê di daxuyaniyeke xwe ya nivîskî de diyar kir ku hêzên ewlehiyê li herêma Gwozayê ya eyaleta Bornoyê êrişa Boko Haramê asteng kiriye.

Kovangiya ragihand, piştî êrişa ku hatiye astengkirin di operasyona hêzên ewlehiyê de 8 endamên Boko Haramê hatine kuştin.

Boko Haram ji destpêka salên 2000î ve li Nîjeryayê çalak e.

Ji 2009an û bi vir ve di êrişên Boko Haramê de herî kêm 20 hezar kes hatine kuştin û bi hezaran kesan koç kiriye.

Boko Haramê ji 2015an ve li Kamerun, Çad û Nîjerê re jî gelek êriş pêk anîne.

Di êrişên wê yên li Kortala Gola Çadê de jî herî kêm 2 hezar kes hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst