Nîjerya aram nabe: 40 çekdar hatin kuştin

13-02-2025
Nîşan Nîjerya ISWAP Boko Haram Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Nîjeryayê di operasyonên di navbera 1-10ê Sibatê de 40 çekdar hatin kuştin.

Berdevkê Hêza Tora Kar a Hevpar a Pirneteweyî (MNJTF) Abubakar Abdullahî di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku artêşê di navbera 1-10ê Sibatê de, li eyaletên Sokoto û Zamfarayê ji bo têkbirina çekdaran operasyonên bi navê "Fansan Yamma" pêk aniye.

Abdullahî diyar kir ku di operasyonan de 40 çekdar hatine kuştin û gelek çekdar jî birîndar bûne.

Abdullahî da zanîn, di operasyonan de bi dehan kesên ku ji bo fidyeyê hatibûn revandin rizgar bûne.

Li gorî agahiyên ku wî dane, cebilxaneyeke girîng a çekdaran jî ketiye destê wan.

Nîjerya demeke dirêj e li gelek herêmên welêt rastî êrişên çekdar û rêxistinên wekî Boko Haram û ISWAPê (şaxa DAIŞê ya Afrîkaya Rojava) tê.

Li welêt her çi qasî cezayê revandinê bidarvekirin be jî bûyerên revandinê yên ji bo fidyeyê pir caran ducare dibin.

Çekdar bi piranî li bakurê welêt gund, dibistan û rêwiyan dikin hedef û fidyeyê dixwazin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst