10 endamên Boko Haram û ISWAPê hatin kuştin

17-09-2025
Nîşan Boko Haram ISWAP Nîjerya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Bornoyê ya li bakurrojhilatê Nîjeryayê di operasyoneke li dijî rêxistinên Boko Haram û şaxa DAIŞê ya Afrîkaya Rojava (ISWAP) de 10 endamên wan rêxistinan hatin kuştin.

Di daxuyaniya “Operasyona Hadin Kai”yê ya ku li welêt ji bo têkoşîna li dijî terorîstan hatiye avakirin de hat diyarkirin ku artêşê li herêma Kukawayê ya eyaleta Bornoyê li dijî Boko Haram û ISWAPê operasyonek li dar xistiye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di operasyonê de 10 kes hatine kuştin ku 3 serkirdeyên ISWAPê jî di nav wan de ne.

Boko Haram li Nîjeryayê ji destpêka salên 2000î ve heye û ji sala 2009an û vir ve di êrişên wê yên girseyî de bi deh hezaran kes hatine kuştin.

Boko Haram ji sala 2015an û vir ve li welatên cîran ên wekî Kamerûn, Çad û Nîjerê jî êrişan pêk tîne.

Di êrişên wê yên li Kortola Gola Çadê de herî kêm 2 hezar kes hatine kuştin.

Li welêt ji ber êrişên van rêxistinan û pevçûnan bi sed hezaran kes neçar man ku koçber bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst