Trump: Dixwazim di dema guncav de cezayên tund ên li ser Îranê rakim

08-07-2025
Nîşan Donald Trump Îran Benjamin Netanyahu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew dixwaze di "dema guncav de" cezayên tund ên li ser Îranê rake.

Donald Trump di destpêka şîveke fermî ya li gel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de ji rojnamegeran re da zanîn ku ew amade ye cezayên li ser Îranê rake lê bi mercê ku Tehran berê xwe bide aştiyê.

"Ez dixwazim karibim wan cezayan rakim”

Trump amaje bi rakirina cezayên li ser Sûriyeyê jî kir û got, ev pêngav alîkariya Şamê dike ku ber bi pêş ve biçe û hêvî kir ku Îran jî pêngaveke bi heman rengî biavêje û biland:

"Ez dixwazim karibim di dema guncav de wan cezayan rakim û derfetê bidim wan ji bo avakirinê, ji ber ku ez hez dikim bibînim Îran bi awayekî aştiyane xwe ava dike ne ku dirûşmên wekî 'Mirin ji Amerîkayê re' û 'Mirin ji Îsraîlê re' bidomîne."

Serokê Amerîkayê her wiha hêviya xwe anî ziman ku şerê di navbera Îsraîl û Îranê de bi dawî hatibe û teqez kir ku ew naxwaze careke din neçar bibe êrişî Îranê bike.

Netanyahu: Guhertina rejîmê karê gelê Îranê ye

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser mijara guhertina rejîma Îranê bersiveke kurt da û got, "Ew yek bi gelê Îranê bi xwe ve girêdayî ye."

Nûnerê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff jî derbarê hevdîtinên gengaz ên di navbera Washington û Tehranê de eşkere kir ku dibe ku hevdîtin "hefteya bê an di wan derdoran de" pêk werin.

Pizîşkîyan hişyarî da Trump

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkîyan di hevpeyvîneke li gel pêşkêşkarê Amerîkî Tucker Carlson de diyar kir ku ew bawer dike Tehran dikare bi rêya gotûbêjê pirsgirêkên xwe yên li gel Amerîkayê çareser bike lê avakirina baweriyê piştî êrişên Amerîka û Îsraîlê zehmet bûye û anî zimên:

"Ez bawer im em dikarin bi hêsanî bi rêya dan û standin û diyalogê nakokî û pirsgirêkên xwe yên li gel Amerîkayê çareser bikin."

Serokkomarê Îranê bangî Trump kir ku nekeve nav şerekî ku Netanyahu wî ber bi nav dibe û wiha axivî:

"Serok Trump dikare herêmê ber bi aştiyê û paşerojeke geştir ve bibe û sînorekî ji bo Îsraîlê deyne. An jî bikeve nav çalekê... çaleke bêbinî... yan jî zelqekê...

Lewma hilbijartina rê li ser milê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst