Rûsya: 146 dronên Ukraynayê hatin xistin

1 demjimêr berê
Nîşan Rûsya Ukryana Dron Xistin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan ji şevê din ve 146 dronên Ukraynayê xistine xwarê ku 18 ji wan ber bi paytext Moskowê ve diçûn.

Di daxuyaniya Wezaretê de hat diyarkirin, sîstemên parastina asmanî yên Rûsyayê, bi saeta herêmî ya Moskowê ji doh demjimêr 23:00yan heta îro 07:00an 130 dronên Ukraynayê îmha kirine.

Hat destnîşankirin ku 25 dron li herêma Moskowê hatine xistin ku 15 ji wan rasterast ber bi navenda bajêr ve diçûn.

Li gorî daxuyaniyê, belavbûna dronên ku bi şev hatine xistin wiha ye:

Li herêma Astraxanê 38, li Bryanskê 25, li her yekê ji Belgorod, Rostov û Kalugayê 8, li Tulayê 6, li Komara Kalmikyayê 4, li her yekê ji Kursk û Oryolê 3, li herêma Ryazan û li ser Deryaya Qezwînê (Hazar) jî dronek.

Pêla duyem

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di navbera demjimêr 07:00 û 08:00an de jî 16 dronên din hatine tunekirin.

Ji van 4 dron li herêma Moskowê (3 ji wan ber bi bajêr ve diçûn), 6 li Kalugayê, 5 li Bryanskê û yek jî li Tambovê hatiye xistin.

Seferên balafiran hatin sînordarkirin

Ajansa Veguhastina Asmanî ya Federal a Rûsyayê ragihand ku di dema êrişan de li balafirgehên Domodedovo û Jukovskiy ên Moskowê û balafirgehên Vladikavkaz, Grozni û Magasê sînordarkirinên firînê hatine sepandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst