Amerîka cezayên nû li ser Vanezuelayê ferz dike

08-08-2019
RÛDAW
Maduro danûstandina ligel opozisyonê rawestand
Maduro danûstandina ligel opozisyonê rawestand
Nîşan Amerîka Vanezuela Nicolas Maduro Donald Tump
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cadeyên bê deng û bazara Vanezuelayê ji ber krîza aborî dinalînin, Amerîkayê cezayên nû li ser wî welatî ferz kirin.

 

Li gor berpirsên paye bilind ên îdareya Serokê Amerîkya Donald Trump, ew welatên ku bi vê astê guşar li ser wan tê ferzkirin kêm in. Serkirdeyê welat Nicolas Maduro gelekî aciz e û ji qehra wan cezayan, gotûbêjên ligel opozisyona welatê xwe rawestandin.


Serokê Vanezuelayê Nicolas Maduro dibêje: “John Bolton ê faşîst û metirsîdar, take tişt ku lê fikirî be, pêşniyara wî ew bû bo Serokê Amerîkayê ku cezayên aborî, darayî û bazirganî dijî Vanezuelayê îmze bike. Karvedanên wê karesata herî qirêj e ku qewimî be, ew jî bi guherîna nerîna Amerîka û cîhanê û îmzekirina ceza dijî komara biwêra Bolivar a Vanezuelayê gotûbêjên navbera opozisyon û desthilata Vanezuelayê rawestiyan.”


John Bolton dibêje, cezayên nû yên Amerîkayê bo ser Vanezuelayê de tenê li ser çend welatan hatine ferzkirin ku Washington bi kûrî ligel wan di krîzê de ye. Li gor Bolton, her aliyek jî danûstandinê ligel Maduro bike rûbirûyê ceza dibe.


Rawêjkarê Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê John Bolton got: “Biryara cîbicîkar desthilatê dide Wezareta Xezîneyê ceza li ser her kesekî yan aliyekî ferz bike ku di ware darayî de hevkariya rejîma Maduro dike daku li ser desthilatê bimîne. Ev karteke bêwêne ye ji aliyê Amerîkayê tê bikaranîn, di nav sedsala borî de me kêm bikar aniye. Lê niha rejîma Maduro diçe nav koma taybet a her yek ji Kuba, Îran, Sûriye û Koreya Bakur.”


Xelkê Vanezuelayê ji ber van cezayên Amerîkayê bo ser welatê wan mane matmayî û dibêjin, rewşa aborî gehiştiye asteke hewqasî xirab, êdî cezayê zêdetir jî nikare xirabtir bike.


Xwediyê kar Jose da Costa jî anî ziman: “Nikarin zêdetir an kêmtir me talan bikin. Ceza çima bandore li me bike, ti bandoreke wiha nabe. Ji ber ew enflasyona heye, tu bibêjî enflasyoneke zêdetir çêbibe? Çawa bandore li me dike. Di demekê de li nexweşxaneyan derman nemaye, xwarin bûye tiştekî luks.”


Amerîkayê ji xeynî bijardeya leşkerî hemû hewl xistine tevgerê daku siyaseta guşara herî zêde dijî hikûmeta Maduro bikar bîne. Amerîka pêdagir e dawî li desthilata Maduro bîne, lê piştgiriya welatekî wek Rûsyayê û pêdagiriya Maduro bi xwe ku li ser desthilatê bîmîne, astengên herî mezin in li ber armancên Amerîkayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst