Amerîkayê cezayên nû bi ser Îranê de sepandin

08-08-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Ceza Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê navê 7 welatiyên Îranî û 13 saziyên din ên pêwendîdar bi Îranê re, ji ber rola wan a di bipêşxistina torên darayî û teknolojîk ên Tehranê de, xist lîsteya xwe ya cezayan.

Li gorî daxuyaniyeke Ofîsa Kontrolkirina Samanên Biyanî ya Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, piraniya kesên ku hatine cezakirin, pêwendiya wan bi Bankaya Kourosh Offshore û Şirketa Sîstema Guherînê ya RUNCê re hebûye ku navê wan jî di lîsteya nû de heye.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê banka wekî dezgeheke darayî ya ku navenda wê ya serekî li Tehranê ye bi nav kir û ew bi hêsankariya wan dan û standinan tohmetbar kir ku piştgiriyê didin çalakiyên Îranê yên ji bo “têkdana aramiyê”.

Amerîkayê ew kompanyayên ku pêwendiya wan bi Kompanyaya Pasargad Aryan a Teknolojî û Ragihandinê re heye jî kirin hedef ku ew kompanyayeke mezin a teknolojiyê ye û ser bi Bankaya Pasargad a Îranê ve ye.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê her wiha ceza bi ser kompanyaya nivîsbariyê ya Qeshem Arian Datisê, kompanyaya Rashid Samaneh a Elektronîkê û Barid Fanavar Arianê de sepandin û amaje bi rola wan a di bihêzkirina binesaziya çavdêrî û bankî ya Îranê de kir.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê berê ceza bi ser 5 sazî û kesekî ku bi alîkariya Kompanyaya Pîşesaziya Çêkirina Balafiran a Îranê (HESA) tên tohmetbarkirin de sepandibûn ku beşdarî hilberîna balafirên leşkerî û bernameya veşartî ya drona Ebabîlê kiribûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst