Berlîn (Rûdaw) - Parlamenterên Almanyayê bi rêya Rûdawê dilgiraniya xwe ya li ser rewşa Helebê anîn zimên û hikûmeta welatê xwe bi bêdengiyê tohmetbar kirin.
Ev di demekê de ye ku îşev, tenê pênc xulek piştî bidawîhatina wê dema ku artêşa Sûriyeyê ji bo derketina xelkê diyar kiribû, taxa Şêx Meqsûdê ya Kurda wekî "herêma leşkerî ya girtî" hate ragihandin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê (Asayîş) saet 18:30î ragihand ku bi top û tankan êrişî taxên Kurdan hatiye destpêkirin.
Îşev Desteya Operasyonan a Artêşa Ereban a Sûriyeyê di ragihandineke lezgîn de qedexeya çûn û hatinê ya tam li taxa Şêx Meqsûdê ragihand û daxwaz ji şêniyan kir ku ji penceran dûr bikevin.
Artêşa Sûriyeyê nexşeya çend xalan ji bo bombebaranê belav kir ku Asayîşa Helebê dibêje Nexweşxaneya Xalid Fecir jî di nav de ye û vê yekê wekî "sûcê şer" bi nav dike.
"Tirsa ji rêkeftineke qirêj"
Hev dem li gel têkçûna rewşa ewlehiyê ya li Helebê, parlamenterên Almanyayê di daxuyaniyên xwe yên ji bo Rûdawê de rexne li bêdengiya Berlînê û civaka navneteweyî girtin.
Serokê Frakisiyona Partiya Çep (Die Linke) Jan van Aken ji Nûçegihana Rûdawê Ala Şalliyê re ragihand ku ew "bi ti awayî fêm nake" çima Hikûmeta Federal a Almanyayê heta niha helwesteke zelal nîşan nedaye û got:
"Hikûmeta niha ya Sûriyeyê êrişî taxên Helebê dike. Ev şer li dijî wan Kurdan e ku li wir dijîn. Bê guman divê ev were şermezarkirin."
Van Aken tirsa xwe ya li ser hebûna "rêkeftineke qirêj" a di navbera Berlîn û Şamê de ji bo dîportkirina penaberan nîşan da û got: "Tirsa min ew e ku rêkeftineke qirêj hatibe kirin, yan jî fikreke qirêj a Friedrich Merz çêbibe û bibêje: 'Em wisa difikirin ku li Sûriyeyê aştî heye û em xelkê dîport dikin.' Lê niha li wir şer heye, nabe kes were vegerandin." Wî her wiha bangî Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyenê kir ku bi eşkereyî êrişan şermezar bike.
Helwesta partiyên desthilatdar
Li aliyê din, Berdevka Frakisiyona Xiristiyan Demokratên Almanyayê (CDU) Derya Türk-Nachbaur ji Rûdawê re ragihand ku ew bi "nîgeraniyeke mezin" çavdêriya rewşê dikin.
Derya Türk-Nachbaurê got, "Ev ji bo me cihê dilgiraniyê ye çimkî em dibînin kêmneteweyên li Sûriyeyê wekî demên borî rastî êrişan tên. Berevajî hemû sozên ku dihat gotin dê di avakirin û birêvebirina Sûriyeyê de beşdar bibin, hîn tiştek nehatiye bicihkirin."
Deryayê derbarê îhtimala pêwendiya hikûmeta Almanyayê ya bi hikûmeta Sûriyeyê re amaje pê kir ku Wezîra Karên Derve rewşê dinirxîne û got, "Ez piştrast im ku dê daxuyaniyên zelal werin dayîn. Derkirina bi zorê û êriş, binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye."
150 hezar koçber û bi dehan kuştî
Şer û pevçûnên ku ji roja sêşemê ve di navbera hêzên hikûmetê û Asayîşa taxên Kurdan de dest pê kirine, wekî tundtirîn şerê piştî rûxîna hikûmeta borî ya dawiya sala 2024an tê dîtin.
Ev alozî piştî şikesta dan û standinên Adara 2025an a ji bo tevlîkirina hêz û saziyên Rêveberiya Xweser di nav artêşa Sûriyeyê de derketin.
Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, nêzîkî 150 hezar kes ji ber şer koçber bûne û 4 nexweşxane ji kar ketine.
Li gorî amarên fermî yên her du aliyan, ji roja sêşemê ve heta niha herî kêm 21 kesan canê xwe ji dest daye û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Hêzên Kurdî û Encumena Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê daxwazên artêşê yên ji bo danîna çekan red kirin û ew wekî "banga ji bo teslîmbûnê" bi nav kirin û soz dan ku parastina taxên xwe bikin.
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Derya Turk-Nachbaurê re:
Rûdaw: Wekî hûn agahdar in çend roj in artêşa Sûriyeyê bi tundî êrişî taxên Kurdan ên Helebê dike, helwesta we çi ye?
Derya Turk-Nachbaur: Em bi dilgiranî lê dinêrin. Em dibînin bi hezaran kes direvin û Helebê diterikînin. Ev ji bo me cihê dilgiraniyê ye çimkî sozên ji bo kêmneteweyan nehatine bicihkirin. Em berfirehbûna tundûtîjiyê û êrişên li ser Durzî, Elewî û Kurdan dibînin. Ev ne di berjewendiya herêmeke aram de ye.
Rûdaw: Çima heta niha Almanyayê helwesteke zelal nîşan nedaye?
Derya Turk-Nachbaur: Ez nikarim wisa bêjim. Em wekî fraksiyon şermezar dikin. Berpirsyarî di stûyê Şer de ye. Divê ew ji bo dewleteke aştiyane û yekgirtî bixebite.
Rûdaw: Lê niha êrişî Kurdan tê kirin û cîhan tenê temaşe dike. Çima?
Derya Turk-Nachbaur: Divê helwesteke zelal were nîşandan. Wî wekî serokê demkî soz dabû gelê xwe ku her kes bi mafên wekhev bijî. Eger ev neyê kirin, divê dêmokrasî were bicihkirin. Bi sitemkariyê ev nabe.
Rûdaw: Gelo ev êriş binpêkirina hiqûqa navneteweyî nînin?
Derya Turk-Nachbaur: Derkirina bi zorê û êriş binpêkirina hiqûqa mirovî ya navneteweyî ne. Nabe sitem li kêmneteweyan were kirin.
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Jan van Aken re:
Rûdaw: Hûn wekî serokê Fraksiyona Partiya Çep li ser êrişên li Helebê çi dibêjin? Çima hikûmeta Almanyayê bêdeng e?
Jan van Aken: Ez bi ti awayî fêm nakim çima hikûmeta federal heta niha daxuyaniyeke zelal nedaye. Hikûmeta niha ya Sûriyeyê êrişî taxên Helebê dike. Ev şer li dijî Kurdan e. Divê ev were şermezarkirin. Ez daxwazê ji Ursula von der Leyenê jî dikim ku bi eşkereyî şermezar bike. Tirsa min ew e ku rêkeftineke qirêj ji bo dîportkirina penaberan hatibe kirin. Niha li wir şer heye, nabe kes were vegerandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse