Sekreterê NATOyê derbarê êrişa bo ser Rojava: Em hatine agahdarkirin

09-10-2019
RÛDAW
Nîşan NATO Rojava Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê NATOyê ragihand ku Tirkiyê derbarê êrişa bo ser Rojava de ew agahdar kirine.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, li Romaya paytexta Îtalyayê piştî civîna li gel serokwezîrê wî welatî, Giuseppe Conte, derbarê êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê de axivî.

Sekreterê NATOyê ragihand ku Tirkiyê ew derbarê wê êrişê de agahdar kirine û herwiha got ku divê Tirkiye gavên ku seqamgiriyê têk bidin û aloziyan zêde bikin, dur bixe û diyar kir ku divê ew destkeftiyên li hemberî DAIŞê hatine bidestxistin, bên parastin. Stoltenberg herwiha got, ew nîgeraniyên Tirkiyê rewa dibînin.

Stoltenberg aşkere jî kir ku roja Înê ew dê li serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bicive.

Tirkiyê îro piştî nîvro êrîşa bo ser Rojavayê Kurdistanê dest pê kir. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan destpêkirina êrîşa bo ser Rojavayê Kurdistanê ragihand.

Di destpêkê de balafirên Tirkiyê çend cih li Serê Kaniyê û Girê Spî bombebaran kirin.

Herwiha topxaneyên artêşa Tirkiyê çend cih li Dêrikê û rojhilatê Qamişloyê topbaran kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst