Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya Global Firepowera Amerîkayê ku her sal artêşên herî bihêz ên cîhanê bi rêz destnîşan dike, lîsteya sala 2024an a artêşên herî bihêz eşkere kir.
Lîsteya artêşên herî bihêz ên cîhanê di sala 2024an de ji aliyê Kompanyaya Global Firepowerê ve hat ragihandin.
Rêzkirin bi liberçavgirtina gelek faktorên wek livûtevgera artêşên welatan û mayîna demdirêj li meydanê hatiye amadekirin.
Li gorî wê lêkolînê, artêşên Amerîka, Rûsya û Çînê 3 artêşên herî bihêz ên cîhanê ne.
Artêşa Tirkiyeyê di lîsteyê de li gorî par sê pileyan bi pêş ketiye û îsal di rêza 8emîn artêşa bihêz a cîhanê de ye.
Di lîsteyê de 10 artêşên herî bihêz ên cîhanê di sala 2024an de wiha hatine rêzkirin:
1- Amerîka
2- Rûsya
3- Çîn
4- Hindistan
5- Koreya Başûr
6- Brîtanya
7- Japonya
8- Tirkiye
9- Pakistan
10- Îtalya
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse