Sibe Lûtkeya NATOyê li Lîtvanyayê tê lidarxistin

10-07-2023
RÛDAW
Sibe Lûtkeya NATOyê li Lîtvanyayê tê lidarxistin
Sibe Lûtkeya NATOyê li Lîtvanyayê tê lidarxistin
Nîşan NATO Tirkiye Swêd Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojên Sêşem û Çarşemê Lûtkeya NATO li Vilniusa paytexta Litvanyayê dest pê dike.

Di Lûtkeya NATOyê de ya li Vilniusê dê hewl bê dayîn da Tirkiye razî be ji bo rê bi endambûna Swêdê ya bo NATO bê dayîn.

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê Jake Sullivan got “Dibe ew valahî bêne dagirtin, dibe her tişt bê çareserkirin. Ji aliyê hermû aliyan ve, niyazpakiyeke bingehîn heye, da ev yek bibe. Li ser demê maye. Nikarim pêşbînî bikim, gelo heftiya bê ev yek pêk tê yan di çend heftiyên bê de.”

Biden berî ku here Ewropayê, di pêwendiyeke telefonî de, xwest helwesta dawî ya Erdogan, derbarê bi endambûna Swêdê di NATO de bizanibe.

Erdogan ji Biden re got “Swêd rêya xwe ya rast hilbijartiye, lê maye ku cîbicî bike, û pişta xwe bide alîgirên PKK/YPG û PYDê.” Herwiha Erdogan daxwaz li Biden kiriye ku firotina firokeya F-16 bo Tirkiyê, bi endamtiya Swêdê ve di NATO de neyê girêdan.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan dibêje “Çawa Tirkiye baweriyê bi welatekî bike ku tê de, terorîst li kolanan çûn û hatinê dikin. Welatek ku nikare xwe ji terorîstan dûr bigire, çawa dikare xizmeta NATO bike. Ew ên ku şerê terorê nakin, çawa dikarin şerê dijminên vê hevpeymaniyê bikin.”

Her carê Tirkiye Swêd bi hewandina alîgirên PKK û YPGê tometbar dike. Swêd jî gokê davêje gorepana Tirkiyê.

Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billström diyar kir “Li gorî nerîna me, me pabendbûnên xwe bicih anîne. Em di wê hêviyê de ne û çavên me li wê yekê ne, heftiya bê, encamên erênî derkevin holê. Sixwazim nîşanê bi wê yekê jî bidim ku, di roja dawî de, biryar di destê Tirkiyê de ye.”

Tirêna NATO vê carê li wêstgeha Vilnius  bêhnvedanekê disitîne, bi wê hêviyê ku, Tirkiye destê Swêdê rakişîne û bisrî bike, lê Tirkiye bi destekî nikare vî karî bike, eger destê wê yê din, ne ligel be, ku ew jî Hungaryaya nerazî ye, ji rexneyên Stokholmê li ser siyasetên Orbán Viktor ê serokwezîrê wê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst