Trump: Îran dê dev ji dewlemendkirina uranyumê berde

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Amerîka Îran Dewlemendkirina Uranyumê Çekên Nukleerî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew piştrast e Îran dê dewlemendkirina uranyumê rawestîne.

Trump diyar kir ku ew dê dev ji hewldanên xwe yên ji bo çêkirina çekên nukleerî berdin.

Ev yek di demekê de ye ku dan û standinên di navbera Washington û Tehranê de xitimîne.

Donald Trump di hevpeyvîneke de ji radyoya WABCyê re axivî.

Trump di bersiva pirsa "Gelo mimkin e rê li ber Îranê were girtin da ku nebe xwediyê çekên nukleerî?" de got, "Ew dê ji sedî 100 rawestînin."

"Em dê toza nukleerî bi dest bixin"

Serokê Amerîkayê eşkere kir ku îdareya wî bi berpirsên Îranê re di nava pêwendiyê de ye.

Trump got, "Ez bi wan re dan û standinê dikim. Em dê toza nukleerî bi dest bixin.

Ez jê re dibêjim toza nukleerî çimkî navekî guncav e û em dê bi dest bixin."

Mebesta Trump a ji "toza nukleerî", uranyuma dewlemendkirî ye.

Trump derbarê dema gihîştina peymanekê jî, amaje pê kir ku leza Washingtonê nîne û got:

"Em ji bo tiştekî lezê nakin, çimkî me dorpêç daniye ser wan."

Bêzariya ji helwesta Tehranê

Ev daxuyaniyên Trump tenê rojekê piştî wê yekê tên ku wî ragihandibû "Agirbesta navbera Amerîka û Îranê di bin amûra henasedana çêkirî de ye."

Trump her wiha pêşniyara dawî ya Tehranê jî wekî tiştekî "nepejirandî" bi nav kiribû.

Li gorî çavkaniyên nêzîkî Koşka Spî yên ku ji CNNê re axivîne, Trump ji ber şêwaza miameleya Îraniyan a di dan û standinan de bêzar bûye.

Tê gotin ku Serokê Amerîkayê ji berê zêdetir bi awayekî cidî li ser destpêkirina operasyonên leşkerî yên mezin difikire.

Li gorî çavkaniyan, sedema sereke ya hêrsa Trump ew e ku girtîbûna Tengava Hurmizê didome û di nav serkirdayetiya Îranê de nêrînên cuda hene.

Vê yekê jî wisa kiriye ku ew nikaribin di dosyeya nukleerî de nermiyeke cidî nîşan bidin.

Li Koşka Spî du nêrînên cuda hene

Li gorî wan berpirsên Amerîkayî, di nav îdareya Trump de du nêrînên cuda hene.

Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) û beşek ji berpirsan daxwaza êrişkirina ser pêgehên Tehranê dikin da ku wan neçar bikin û ew werin ser maseya guftûgoyan.

Lê beşeke din jî hîn daxwaz dike ku derfet bi dîplomasiyê were dayîn.

Li aliyekî din, berpirsên Amerîkayê bi guman nêzîkî rola Pakistanê ya wekî navbeynkar dibin.

Ew di wê baweriyê de ne ku Îslamabad dilgiraniyên Trump bi awayekî eşkere nagihîne Tehranê û wêneyekî erênîtir ji rastiya helwestên Îranê nîşanî Washingtonê dide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst