Tirkiyê ji bo endamtiya Swêdê ya NATOyê biryar da

10-07-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Swêd NATO
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan qebûl kir ku piştgiriyê bide endamtiya Swêdê ya NATOyê. Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg ragihand ku Tirkiye dê belgeya erêkirina endamtiya Swêdê pêşkêşî Pelamentoya Tirkiyê bike.

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo beşdarî Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATOyê ya li Vilniusê bibe çû Komara Lîtvanyayê.

Erdogan li Navenda Pêşangeh û Kongreyê ya LIETXPOyê bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg û Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson re civiya.

Hat ragihandin ku Swêd di lûtkeya ku nêzî 4 demjimêran berdewam kir de careke din destnîşan kir ku ew ê piştgiriyê nedin YPG/PYD û Cemaeta Fetullah Gulen.

Di derbarê mijarê de Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg daxuyand ku Tirkiyeyê endamtiya Swêdê erê kiriye.

Stoltenberg got “Peymana ku me îro li serê li hev kir, wek peymana ku me par li Îspanyayê li serê li hev kir e. Birêz Erdogan biryara erêkirina endamtiya Swêdê daye. Swêd wê çi bike di peymanê de hatiye nivîsandin.”

Di civîna di navbera Tirkiye, Swêd û NATOyê de li hev kirine ku hevalbend ji bo nebûna sizayên veberhênan û bazirganiya berevaniyê û rakirina astengiyan bixebitin.

Di civîna navbera Tirkiye, Swêd û NATOyê de hat ragihandin ku Tirkiye dê Protokolên Tevlêbûna NATOyê yên Swêdê bişîne Parlamentoya Tirkiyê û ji bo erêkirina wê dê di nava hevkariyeke nêzîk de be.

Rayedarekî pilebilind ê Tirkiyê diyar kir ku di civîna sêalî ya li Vilniusê de, Tirkiyê piştgiriya tam ji bo pêvajoya Yekîtiya Ewropayê wergirt, di nav de rakirina dorpêçan û serbestberdana vîzeyê jî hene.

Stoltenberg got “Tirkiye û Swêd îro li ser avakirina mekanîzmaya ewlehiyê ya dualî li hev kirin. NATO jî dê di vî warî de xebatên xwe bi awayekî cidî zêde bike. Ezê jî di dîroka NATOyê de cara yekem Koordînatorê Têkoşîna Dijî Terorê yê Taybet tayîn bikim.”

“Erdogan dê endamtiya Swêdê ya NATOyê pêşkêşî parlamentoyê bike”

Stoltenberg tekez kir ku temamkirina endamtiya Swêdê gaveke dîrokî ye û wiha berdewam kir:

“Tevahiya konsept li vir e ku birêz Erdogan û birêz Kristersson fikra xwe neguhertine. Li vir xalên hevpar dîtin, ku ji niha û pê ve bimeşin. Dema ku em li metnê dinêrin dê ji niha û pê ve gav bên avêtin. Swêd dibe endama tam a NATOyê. Em ê ji niha û pê ve bi hêztir berdewam bikin. Ev rojek dîrokî ye. Ji aliyê Tirkiyeyê ve sozeke zelal heye. Derbarê şandina belgeyên pesendkirinê bo parlamentoyê ye. taahutên Swêdê jî bi awayekî zelal hatin rastê. Li Komara Tirkiyeyê saziyên siyasî yên cuda hene. Birêz Serokomar dê pêşkêşî parlamentoyê bike, karê din dikeve ser milê parlamentoyê. Ez nikarim dîrokek rast diyar bikim, lê birêz Serok soz da ku ev yek dê di zûtirîn dem de pêk were. Macarîstanê got, 'Em ê nebin yên dawîn ku erê bikin'. Pejirandina Tirkiyê wê Macarîstanê jî ber bi wê rêyê ve bibe. Her du welat dê wek hevpeyman hevkariyê bikin. Nexşeya rê dê bê diyarkirin. Di navbera her du welatan de dê mekanîzmaya ewlehiyê ya dualî bê avakirin.

Ew ê li ser pirsgirêkên ewlehiyê yên hevpar bicivin. Ew mijarek bû ku ji aliyê swêdî ve jî hatibû pêşniyarkirin, Tirkiyeyê ev yek qebûl kir. Têkoşîna li dijî terorê yek ji erkên sereke yên NATOyê ye. Niha dê koordînatorek me hebe. Bi vî awayî em difikirin ku em ê li dijî terorê têkoşînek xurtir bikin. Çawa ku dê xebatên me xurtir bibe, wê ji bo Tirkiyeyê jî wisa be.

“Swêd dê piştgiriya endamtiya Tirkiyê ya YEyê bike”

Biryara ku Swêd weke endamê Yekîtiya Ewropayê girtiye wiha ye: Swêd wê di pêvajoya endamtiya Tirkiyê de çi ji destê wê tê bike. Tirkiye û Swêd li ser serbestkirina vîze û yekîtiya gumrukê li hev kirin. NATO ne beşek ji vê pêvajoyê ye. Ji ber ku Swêd endama Yekîtiya Ewropayê ye, wê di vê pêvajoyê de wek hevalbendê NATOyê piştgiriyê bide Tirkiyeyê. Ev ne biryara NATOyê ye. Beyannameya Tirkiye, Swêd û NATOyê ye. Eger ez li vir tiştekî bêjim ez li ser navê NATOyê dibêjim. Ne biryareke NATO ye ev biryarên Tirkiye û Swêdê ne. Berfirehkirina YEyê karê YEyê bi xwe ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst