TAYBET - Maenza: Divê Amerîka ji bo parastina Kurdan zextê li Ehmed Şer bike

2 demjimêr berê
Diyar Kurde
Nadine Maenza / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nadine Maenza / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Nadine Maenza Amerîka Zext Ehmed Şer Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Washington (Rûdaw) - Seroka berê ya Komîsyona Amerîkayê ya ji bo Azadiya Olî ya Navneteweyî (USCIRF) Nadine Maenzayê ragihand ku divê Amerîka ji bo parastina Kurdan zexteke "rasteqîn" li Ehmed Şer bike.

Maenzayê diyar kir ku divê Birêvebiriya Trump "dev ji gavên biçûk" berde û fişareke "wêrek" li Hikûmeta Ehmed Şer bike da ku Peymana 30ê Kanûna Paşîn were bicihanîn.

"Divê hêzên ewlehiyê nekevin gundên Kurdan"

Maenzayê amaje bi wê yekê kir ku Kongre bi hûrgilî çavdêriya rewşê dike û got:

"Divê rê li ber wê yekê were girtin ku hêzên ewlehiyê yên Şamê bikevin nav gundên Kurd, Aşûrî û Êzidiyan."

Maenzayê destnîşan kir ku yekane rêya serkeftina Sûriyeyê ew e ku pêkhate di nav hikûmetê de cih bigirin.

Wê her wiha bal kişand ser parastina pergala birêvebirina Rojavayê Kurdistanê ku tê de rêjeya jinan di birêvebiriyê de ji sedî 50 ye.

Hişyariya zêdebûna tundiyê

Nadine Maenzayê hişyarî da, eger Amerîka fişarê neke û tenê temaşevan be, dê tundiya li dijî pêkhateyan zêdetir bibe.

Rûdaw: Gelekî spas Nadine. Me guhdariya axaftina te ya li salonê kir. Hestên te çawa bûn? Gelo li gorî te endamên komîteyê, serok û endamên din bi başî ji rewşa wir fêm kir? Encamên te yên ji vê rûniştinê çi bûn?

Nadine Maenza: Ez bawer nakim ku min guhdariya endamekî Kongreyê kiribe ku li dijî dosyeya me be yan jî li dijî giringiya pêkanîna dadwerane ya Peymana 30ê Kanûna Paşîn a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyeyê de be.

Her wiha divê bi awayekî dadwerane tevger bi kêmîneyên olî re were kirin, di paşerojê de rola wan di hikûmetê de hebe û hemû tundiyên li hemberî pêkhateyan werin rawestandin.

Bi nêrîna min, hesteke wiha li wir hebû ku yekane rêya pêşveçûna Hikûmeta Sûriyeyê, bidawîanîna tundiyê û beşdariya wan pêkhate û kêmîneyan a di nav hikûmetê de ye, ne ku wekî kesên derekî bimînin.

Rûdaw: Di pirsa xwe ya dawî de Serok (Brian) Mast ji hemûyan û ji te jî pirsî, hûn Sûriyeyê piştî salekê çawa dibînin? Got jî tenê du rê hene. Gelo ti vebijêrka sêyem heye yan tenê ew du vebijêrk in? Çima tu bawer dikî ku ev hikûmet dê bibe "baş" yan "xerab"?

Nadine Maenza: Bi baweriya min, divê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dev ji karkirina kêm berde.

Tiştê ku ew dikin wekî wê yekê ye ku bibêjin "Em tenê alîkariyê dikin da ku sala bê hinekî baştir be."

Ya ku divê em bikin, fişareke rasteqîn e li ser vê hikûmetê da ku biryarên bihêz bide. Ev dê bibe alîkar ji bo jinûveavakirina dê dabeşbûna mezhebî ya ku heye da ku karibin serkeftî bin.

Heke em bibêjin "Dema ku ew bi awayekî cidî pêngavan bavêjin em dê çavdêriya wan bikin" ev tê wateya tundiya zêdetir a li dijî kêmîneyan. Ev tê wateya pirsgirêkên aborî yên zêdetir ji bo hemû kesên ku di nav hejariyê de dijîn.

Lewma divê helwesteke wêrek a Amerîkayê hebe û divê Ehmed Şer hand bide (teşwîq bike) ji bo guherîna di hikûmetê de ku bibe sedema wê yekê ew zûtir serkeftî bibin.

Bi dîtina min, fikra mayîna li ser rewşa heyî û rêdana hikûmetê ku tenê hêdî hêdî bimeşe, tenê tê wateya tundiya zêdetir û windakirina meşrûiyetê ji bo Şer û hikûmeta wî. Ev jî dibe ku bibe sedema tundiya gelekî zêdetir.

Rûdaw: Hêviya te ji vê komîteyê çi ye? Serok, endamê payebilind, endamên din û heta Kongre bi giştî, piştî vê rûniştinê tu çi ji wan çaverê dikî?

Nadine Maenza: Bi dîtina min tiştê herî girîng ew e ku çavdêriya Peymana 30ê Kanûna Paşîn bikin, çavdêriya tiştên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewimin bikin.

Gelo Hikûmeta Sûriyeyê hêzên xwe vedikişîne? Gelo Hikûmeta Sûriyeyê dê pêbendî sozên xwe be da ku piştrast bike rê nayê dayîn ti yek ji van hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê bikevin nav gundên Kurd, Aşûrî, Êzidî yan her pêkhateyeke din a kêmîneyan?

Wan berê li ser wê yekê li hev kiribû ku asayîşa wan a xwecihî hebe. Ew hikûmeta berfireh a ku berê ava kiribûn, ew hikûmetên xwecihî yên ku hemû pêkhateyên kêmîne yên li wir dijîn li xwe digirin, bibin beşek ji wê civakê. Bê guman bi şertê ku nîvê serkirdeyan jin bin.

Lewma ev peymana li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Divê Amerîka û bi taybetî Kongre bi hûrgilî çavdêriyê bikin da ku piştrast bin ew bi awayekî dadwerane têne tevlîkirin.

Rûdaw: Gelekî spas ji bo anîna agahiyên bawerçêker û nû ji wir ji bo nav Kongreyê. Gelekî spas.

Nadine Maenza: Gelekî spas.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst