Hewlêr (Rûdaw) - Malpera AL-Monitorê yê Amerîkayê di raporekê de qal dike ku Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di mijarên taybet ên Rojavayê Kurdistanê de xwedî roleke bibandor in.
Yek ji pêşhatên herî nû yên pêwendîdar, vekişîna wan şervanan e ku ne xelkê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ne.
Sê çavkaniyên agahdar dibêjin, di rojên borî de herî kêm 100 şervanên ne-Sûriyeyî ber bi Herêma Kurdistanê ve vekişiyane û gihiştine Çiyayê Qendîlê yê li ser sînorê di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê de.
Beşek ji peymana nû ye
Li gorî wan çavkaniyên ku ji AL-Monitorê re axivîne, “Ev pêvajo bi hevahengî û hêsankariya desthilatdarên Herêma Kurdistanê hatiye kirin.”
Her wiha ev pêngav beşek ji xalên wê peymana nû ye ku 30ê Kanûna Paşîn a 2026an bi navbeynkariya Amerîkayê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ya bi serokatiya Ehmed Şer de hat îmzekirin.
Ev peyman, guhertoyeke baştir a peymana 18ê Kanûna Paşîn e.
Li gorî mercên nû, mafê HSDyê heye ku 4 lîwayên xwe yên leşkerî biparêze.
Rola bibandor a Nêçîrvan Barzanî
Li gorî AL-Monitorê vekişîna şervanan piştî civîneke girîng a 22yê Kanûna Paşîn pêk hatiye.
Civîn di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî de bû.
Wekî ku AL-Monitor qal dike, Nêçîrvan Barzanî ji bo nêzîkkirina aliyên girêdayî rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê roleke serekî dilîze.
Nêçîrvan Barzanî ji Mezlûm Ebdî re ragihandiye ku vekişîna şervanên ne xelkê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ne, "dê ji bo avakirina baweriyê bibe pêngaveke gelekî girîng."
Çavkaniyan gotiye, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Serokê Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin "gelekî kêfxweş bûn" dema ku xebera razîbûna Mezlûm Ebdî ji bo vê pêngavê gihiştiye wan.
Vê yekê hiştiye ku "Tirkiye helwesta xwe ya li hemberî hebûna wan 4 lîwayên HSDyê nerm bike."
Destwerdana Trump û guherîna hevkêşeyan
Eger peymana 18ê Kanûna Paşîn bihata pêkanîn, dê fişareke gelekî mezin li ser HSDyê çêbibûya.
AL-Monitor dibêje, "Lê Serokê Amerîkayê Donald Trump, 28ê Kanûna Paşîn bi rêya du pêwendiyên telefonî yên cuda yên li gel Ehmed Şer û Recep Tayyip Erdogan merc nermtir kirin.”
Wekî ku AL-Monitor qal dike, hewlên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yên li gel Mezlûm Ebdî û hewlên Nûnerê Amerîkayê Tom Barrack bûn sedema îmzekirina peymana dawî ya 30ê Kanûna Paşîn.
Rola Serok Barzanî di parastina mafên Kurdan de
Li gorî raporê, "Her çi qasî rûxîna rejîma Esed a di Kanûna Pêşîn a 2024an de Kurd lawaz kiribin û xewna federalîzma mîna ya Îraqê ji destê wan girtibe jî ji aliyekî din ve yekîtiya di navbera Kurdên Rojava û Başûr de zêde bûye."
Monitorê nivîsandiye ku Serok Barzanî "wekî kesayetiyeke diyar a siyaseta Kurdan li cîhanê roleke mezin dilîze û gelek caran bi telefonê li gel Ehmed Şer axiviye ji bo parastina mafên Kurdan û pêwendiyeke wî ya xurt jî li gel Mezlûm Kobanî heye."
Hevdîtina wan a dawî 6ê Sibatê li Hewlêrê bû.
Di wê hevdîtinê de Mezlûm Ebdî ji bilî Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî, bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot re jî hevdîtin kir.
Di rapora AL-Monitorê de tê gotin, "Heta niha hejmara wan a tevahî bi hûrgilî ne diyar e lê pêvajoya veguhestina şervanên ne-Sûriyeyî didome”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse