Li Kongreya Amerîkayê dîmenên bêrêziya li cenazeyên jinên Kurd hatin nîşandan

2 demjimêr berê
RÛDAW
Wêneyek ji êrişa çekdarên girêdayî hikûmeta Şamê / Wêne: Ji dîmenan hatiye girtin
Wêneyek ji êrişa çekdarên girêdayî hikûmeta Şamê / Wêne: Ji dîmenan hatiye girtin
Nîşan Kongreya Amerîkayê Şervanên Jin Sûriye Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Komîteya Pêwendiyên Derve ya Meclisa Nûneran a Amerîkayê, dîmenên ku çekdarên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê bêrêziyê li cenazeyên jinên Kurd dikin hatin nîşandan.

Serokê Komîteyê hişyariyeke tund da Şamê û got, "Ev kiryar nayên qebûlkirin."

Endamê Meclisa Nûneran a Amerîkayê Scott Perry di rûniştina ku çend berpirsên berê û pisporên rewşa Sûriyeyê tê de amade bûn de, beriya nîşandana vîdeoyê got:

"Em dê dîmenan bidin, eger hûn naxwazin dîmenên şokker û hovane bibînin çavên xwe bigirin."

Vîdeo nêzîkî 40 çirkeyan bû û tê de dihat dîtin ku hinek çekdarên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê bêrêziyê li cenazeyên çend jinan dikin.

Seroka berê ya Komîsyona Amerîkayê ya ji bo Azadiya Olî ya Navneteweyî (USCIRF) Nadine Maenzayê di rûniştinê de ragihand ku vîdeo ji Hisîçayê (Hesekê) ji wê re hatine şandin.

Nadine Maenzayê li ser metirsiya dubarebûna komkujiya Kurdên Êzidî hişyarî da û got:

"Êzidî rûbirûyê metirsiyeke cidî ne, Fermandarê Fîrqeya 86an a Artêşa Sûriyeyê kesek e ku berê ji ber bazirganiya bi keç û jinên Êzidî hatiye cezakirin lê niha di wê artêşê de fermandarekî bilind e."

Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve Brian Mast peyameke tund da Şamê û got:

"Kiryarên vê dawiyê yên li dijî HSDyê ku hevalbendên me yên di şerê dijî terorê de ye û her wiha li dijî hevpeymanên me yên Kurd, bi ti awayî nayên qebûlkirin."

Di dema operasyonên leşkerî yên Artêşa Sûriyeyê de yên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên li Helebê û deverên din ên di bin kontrola HSDyê de, gelek rapor û dîmenên derbarê binpêkirina mafên mirovan de hatibûn belavkirin ku bûbûn sedema bertekên navneteweyî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst