Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Holendeya ji Rûdawê re diyar kir ku ew girîngiyê didin pêvajoya hilbijartineke şefaf.
Li Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên gera şeşemîn a Parlamentoya Îraqê pêvajoya dengdanê saet 07:00an dest pê kir.
Zêdetirî 20 milyon dengder dê li zêdetirî 39 hezar sindoqan dengê xwe bidin.
Wezaretên karên derve yên Swêd û Holendayê behsa girîngiya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê yên ji bo welat û herêmê kir.
“Pêngaveke girîng e”
Wezareta Karên Derve ya Holendayê di bersiva e-maileke Rûdawê de derbarê hilbijartinên Parlamentoya Îraqê ragihand:
“Hilbijartina Parlamentoya Îraqê pêngaveke girîng e.
Holenda girîngiyeke mezin dide pêvajoyeke hilbijartinê ya aştiyane ku ji bo hilbijartineke pêbawer, giştgir û şefaf guncav be û pêbendî standardên navneteweyî be û mafên hemû welatiyan biparêze."
Wezareta Karên Derve ya Holendayê amaje bi wê yekê jî kir ku hilbijartin mijareke navxweyî ye ji bo "gelê Îraqê û Holenda nikare encamê texmîn bike.
“Em hêvîdar in…”
Wezareta Karên Derve ya Swêdê jî hilbijartin bi rengê "girîng" bi nav kir û ji Rûdawê re ragihand:
"Em bi girîngî çavdêriya pêşhatiyan dikin.
Em hêvîdar in ku hikûmeta bê dê bipêşxistina geşbûna aborî, îstiqrara herêmê û rêzgirtina li prensîbên demokratîk bidomîne."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse