Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di du hevdîtinên cuda de Balyozê Awistralyayê yê Îraqê Glenn Miles û Meslehetguzarê Balyozxaneya Swêdê yê Îraqê Jorgen Lindstrom pêşwazî kirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hevdîtinan daxuyanî belav kirin.
Hat diyarkirin ku di hevdîtina bi Balyozê Awistralyayê re de qala bipêşxistina pêywendiyên dualî, rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat kirin.
Li gorî daxuyaniya hikûmetê, her du aliyan li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Îraqê di derdoreke aram, demokratîk û dûrî tundiyê de hemfikir bûn.
Her wiha hat destnîşankirin ku di hevdîtina bi Meslehetguzarê Balyozxaneya Swêdê yê Îraqê Jorgen Lindstrom re de jî tekezî li ser bipêşxistina pêywendiyên di navbera Swêd û Herêma Kurdistanê de hat kirin.
Li gorî daxuyaniyê, Jorgen Lindstrom ji ber serkeftinên kabîneya nehem a di pêvajoya çaksaziyê de Serokwezîr Barzanî pîroz kir.
Di heman hevdîtinê de, gotûbêj li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hat kirin û her du aliyan tekezî li ser girîngiya pêbendbûna bi destûr û rêkeftinan kir.
Rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û amadehiyên ji bo hilbijartinan mijarên din ên hevdîtinan bûn.

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse