Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Tom Barrack diyar kir ku heke HSD di mijara entegrasyona nav artêşa Sûriyeyê de lez neke, dê bi hikûmetên Tirkiye û Sûriyeyê re pirsgirêkan bijî.
Barrack her wiha got, "Amerîkayê diyar kir ku ji bo biryareke adil û durist were dayîn, dê çi ji destê wê were bike."
Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack, piştî civîna çapemeniyê ya ku doh li New Yorkê li dar xist, ji ajansa ferîmiya Tirkiyeyê AAyê re axivî.
Li ser bîrxistina daxuyaniya wî ya berê ku "HSD, YPG ye. YPG, şaxekî PKK’ê ye", Barrack got:
"Min ti carî negotiye ku HSD şaxeke PKKyê ye. YPG ji şaxên cuda yên PKKyê derket holê. HSD jî ji şaxên cuda yên YPGyê derket holê."
‘Ne karê me ye ku em hakemtiya nîqaşên entelektuel bikin’
Barrack, derbarê hevdîtinên HSDyê yên bi birêvebiriya Şamê re ku bê encam mabûn de got ku mijara sereke ew e "gelo dê bi Komara Erebî ya Sûriyeyê re li ser heman xetê cih bigirin an na" û wiha domand:
"Yek welat, yek netewe, yek artêş, ew ji aliyê wî miletî ve tê diyarkirin, em êdî vê qebûl dikin. Mesele ev e.
Ji bîr bikin ku ji ku hatiye, taybetmendiyên wê çi ne. Dibe ku hemû van komên kêmnetewe hawîrdoreke federalîst bixwazin.
Tişta ku li ser wan tê ferzkirin ne ev e. Ev bi me ve ne girêdayî ye. Ne karê me ye ku em hakemtiya nîqaşên entelektuel bikin.
Gelo ev rast e? Şaş e? Hûn sîstemeke parlementerî dixwazin? Komarê dixwazin? Sîstemeke konfesyonel dixwazin? Hûn ê çawa mafên kêmneteweyan li hev bînin û biparêzin?
Em hemû, bi taybetî NY, dibêjin, 'Heke hûn alîkariya me dixwazin, ev bi rastî girîng e.'
Mercên ku em dixwazin bibînin ev in. Em dixwazin bibînin hûn ê bi şervanên biyanî re çi bikin.
Hûn wan entegre dikin? Nakın? Hûn wan dişînin malên wan an na?"
"Armanc ne ew e ku hebûna leşkerî heta hetayê bidome"
Derbarê hebûna leşkerî ya Amerîkayê ya li Sûriyeyê de, Barrack diyar kir ku têkoşîna li dijî DAIŞê didome û got:
"Hebûna me ya leşkerî li wê herêmê heye û em vê hebûna leşkerî didomînin. Armanc ne ew e ku ev hebûn heta hetayê bidome.
Dema ku em li dijî DAIŞê û terorê şer dikin, bi demê re em ê biryarê bidin ku hejmara van yekîneyan kêm bikin.
Çawa ku heke hikûmeteke nû ya serbixwe ya Sûriyeyê were avakirin, pêwîst e hejmara hemû yekîneyan were kêmkirin."
Barrack, bal kişand ser rîskên di pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriyeyê de û wiha anî ziman:
"Bi dîtina min ev pêvajoyeke veguhêz e ku heft meh in lihevhatin pêk nehatiye û tirsa wê yekê heye ku nezelaliyên berê di paşerojê de jî bidomin.
Gelo Hikûmeta Sûriyeyê dê adil tevbigere? Lê em ne ji bo ferzkirina vê yekê li wir in. Em ji bo destpêkirina vê yekê li wir in."
"Heke bixwazin werin Amerîkayê û bi me re bijîn, dikarin vê yekê bikin"
Li ser bîrxistina peyamên wî yên ku divê HSD di pêvajoya entegrasyonê de demê bi bandor bi kar bîne û pirsa ku di rewşeke berevajî de dê çi pirsgirêk derkevin holê, Barrack wiha bersiv da:
"Pirsgirêkên ku dê derkevin holê ew in ku dê bi hikûmetên Sûriye û Tirkiyeyê re nakokiyan bijîn.
Hikûmeta Amerîkayê diyar kir ku dê hemû pirsgirêkên wan lêbikole û ji bo biryareke adil û durist were dayîn, çi ji destê wê were bike.
Heke bixwazin werin Amerîkayê û bi me re bijîn, ew dikarin vê yekê bikin."
"Ji bo lihevkirinê em hewl didin hin hûrgiliyan zelal bikin"
Li ser pirsa "Pentagonê, wekî ku ji bo koma li bakur kiribû, ji bo komên çekdar ên herêmî yên li herêma Tenefê ya Sûriyeyê jî daxwaza budceyê kir. Baş e, gelo dê ev kom di nav artêşa Sûriyeyê de werin entegrekirin? An Amerîka plan dike ku li wir ji bo demeke dirêjtir hevkariyeke cuda bişopîne?", Barrack bersiva wiha bersiv da:
"Fikra me ne ew e ku em li ti cihê welêt hebûneke mayînde nîşan bidin. Binkeyên me jî ji bo armancên parastinê ne."
Barrack, diyar kir ku Sûriye "li hundir û derve" hewceyî hebûneke leşkerî ya berfireh e û wiha got: "Tişta mentiqî ya ku were kirin, entegrekirina HSDyê ye."
Barrack, da zanîn ku ji ber nebûna baweriya dualî di navbera rêveberiya Şamê û HSDyê de, dê ev entegrasyon dem bigire û anî ziman ku "peymana di navbera aliyan de ne ewqas taybet e ku vê rewşê bi kêr bîne."
Balyoz Barrack, destnîşan kir ku ew ji bo pêkhatina lihevkirinê hewl didin hin hûrgiliyan zelal bikin û got ku ew bawer dike alî dê li hev bikin û "zewaceke xweş" pêk bînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse