Nêçîrvan Barzanî û Jonathan Powell: Ji bo têkoşîna li dijî terorê hevahengî dê bidome

2 demjimêr berê
RÛDAW
Jonathan Powell û Nêçîrvan Barzanî\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Jonathan Powell û Nêçîrvan Barzanî\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Jonathan Powell Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê Brîtanya Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di demekê de ku gefên terorê li herêmê berdewam dikin, Brîtanyayê pabendiya xwe ya ji bo piştgiriya Îraq û Herêma Kurdistanê ducare kir.

Li kêleka Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Brîtanyayê Jonathan Powell pesnê rola Herêma Kurdistanê ya di parastina aramiyê de da.

Dîplomasiya Nêçîrvan Barzanî ya li Konferansa Ewlehoyê ya li Munîhê berdewam dike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Brîtanyayê civiyan.

Li gorî Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pêşketinên dawî yên ewlehî û siyasî yên Îraqê û herêmê û gefên terorê hatin gotûbêjkirin û her du aliyan tekezî li ser girîngiya berdewamiya hevahengiya di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê ya li gel Brîtanyayê kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê her wiha got:

"Birêz Jonathan Powell pabendiya welatê xwe ya ji bo berdewamiya piştgiriya Îraq û Herêma Kurdistanê ducare kir û pesnê rola Herêma Kurdistanê ya di parastina aramî îstîqrara herêmê de da."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst