Tirkiye, Azerbaycan û Pakistanê dest bi tetbîqata leşkerî a hevpar kirin

13-09-2021
Nîşan Tirkiye Azerbaycan Pakistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên taybet ên Tirkiye, Azerbaycan û Pakistanê li Bakûya paytexta Azerbaycanê dest bi tetbîqata leşkerî ya hevpar kirin.

Di merasima ku beriya tetbîqata bi navê "Sê Bira 2021" bê destpêkirin, sirûdên neteweyî yên hersê welatan hatin xwendin û alên wan hatin hildan.

Fermandarê Hêzên Taybet ên Azerbaycanê General Hikmet Mirzeyev di axavtina xwe ya li merasîmê de got:  “Azerbaycan, Tirkiye û Pakistan sê welatên dostên nêzîk û bira ne, û nêzîkbûna gelên sê welatan di navenda van têkiliyan de ye.”

Mirzeyev destnîşan kir ku hevkarî û piştgiriya ku Tirkiye û Pakîstanê ji Azerbaycanê re nîşan dan ji roja ewil a li dijî hêzên çekdar ên Ermenistanê, nêzîkbûna hersê welatn nîşan dide.

Bi gotina hersê welatan ji bo xurtkirin û pêşvebirina têkiliyên xwe gavên girîng avêtine, û got ku ew di wê baweriyê de ye ku tetbîqata "Sê Bira 2021" sûdeke mezin bide hêzên leşkerî yên wab hersê welatan.

Merasîm bi pêşkêşkirina muzîk û dîlanê berdewam kir.

Tetbîqata leşkerî ya hevpar ya bi navê "Sê Bira 2021" duh destpê kir û biryar e heta 20ê Îlona 2021ê berdewam be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst