Efxan û Sûriyeyî 10 qatan zêdetirî Almanan tawanan dikin

2 demjimêr berê
Hêmin Ebdullah
Hêmin Ebdulah û Roj Xelef\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Hêmin Ebdulah û Roj Xelef\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Efxan Koçberên Sûriyeyî Almanya
A+ A-

Dusseldorf - Fermangeha Sûcan a Almanyayê amarên sala 2024an belav kirin.

Li gorî amaran koçberên Efxan û Sûriyeyiyî yên ku li Almanyayê dijîn, 10 qatan zêdetirî kesên bi eslê xwe Alman in tawan kirine.

Ew amar eşkere dikin ku di nava her 100 hezar kesên bi eslê xwe Alman de 163 kesan sûc kiriye.

Ev rêje di nava koçberên Sûriyeyî yên li Almanyayê de deh qatan zêdetir e û ji 100 hezar kesan, hezar û 740 kesan tawan kirine.

Efxaniyan jî mîna Sûriyeyiyan, ji her 100 hezar kesan, hezar û 722 kesan sûc kirine.

Di raporê de hat diyarkirin ku di sûcên wekî tundî, destdirêjiya zayendî û bazirganiya madeyên hişbir de, Efxan û Sûriyeyê li pêşiya Almanan in.

Hincet ji bo dersînorkirinê

Niha nêzîkî milyonek penaberên Sûriyeyê û nîv milyon penaberên Efxan li Almanyayê dijîn.

Ev amarên bilind ên sûcan, ji bo berpirsên Almanyayê gelek caran dibin hincet da ku hewldanên xwe yên ji bo dersînorkirina koçberên Efxan û Sûriyeyê zêde bikin.

Hêjayî gotinê ye ku di van amaran de nayê xuyakirin ka ji sedî çendê wan kesên wekî "Sûriyeyî" hatine tomarkirin xelkê Rojavayê Kurdistanê ne.

Roj Xelef: Divê nifşê nû xwe li gel yasayan biguncîne

Parêzerê naskirî yê Kurd ê li Almanyayê Roj Xelef bû mêvanê bultena "Diyaspora"yê ya Rûdawê û li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Xelef ragihand ku gelek caran medya behsa wê yekê nake ka sûcdar kî ne û xelkê kû derê ne û got:

"Miletê me, Ereb, Efxan û Sûriyeyî jî di nava wan kesan de hene ku sûcan dikin.

Pêwîst e medya zelaltir amajeyê bi nasnameya wan bike, ji ber ku eger em berawird bikin hejmara sûcdarên biyanî ji wan Almanên ku sûcan dikin zêdetir e, ev jî ne tiştekî baş e."

Parêzerê Kurd derbarê Kurdên Almanyayê jî dilgiraniya xwe anî zimên.

Li gorî gotina wî, beşek ji wan heta niha jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe serî li yasayê nadin lê belê hewl didin "bi destê xwe" çareser bikin ku ev yek gelek caran dibe sedema pirsgirêk û şaştiyên mezintir.

Roj Xelef mînaka pirsgirêkên hevberdanê da û got,"Beşek ji hevjînên Kurd dema li Almanyayê ji hev vediqetin, mijara 'zêr dibe milkê jinê yan ê mêr' dibe pirsgirêk û dikeve dadgehê.

Ji ber ku di navbera yasayên Almanyayê û nerît û çanda me de cudahî heye, divê nifşê nû yê Kurdan xwe li gel civak û yasayên vê derê biguncîne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst