Radoslaw Sikorski: Alîkarê min ji bo bihêzkirina pêwendiyên aborî diçe Kurdistanê

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Polonya Radoslaw Sikorski Nêçîrvan Barzanî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Polonyayê ji Rûdawê re ragihand ku Nêçîrvan Barzanî hevalê wî ye û alîkarî wî dê serdana Herêma Kurdistanê bike da ku peywendiyên aborî bihêz bike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Polonyayê Radoslaw Sikorski îro di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munihê de civiyan.

Radoslaw Sikorski piştî civînê ji Rûdawê re behsa pêwendiya xwe ya dîrokî ya bi Nêçîrvan Barzanî re kir û got:

"Ew hevalekî kevn e. Cara ewil ku me hev dît, nêzîkî 20 sal berê bû, dema ku min konsulxaneya Polonyayê li Hewlêrê vekir."

Wezîrê Karên Derve yê Polonyayê amaje bi rola welatê xwe ya di "pêvajoya azadiya" Îraqê de kir û got: "Em li Îraqê bûn ji bo ku ji Sedam rizgar bikin. Ez kêfxweş im ku ev yek tê bibîranîn."

"Alîkarê min tê Kurdistanê"

Sikorski derbarê pêngavên dahatû yên di navbera Hewlêr û Warşovayê de jî got, "Di demeke nêzîk de alîkarê min dê biçe Kurdistanê da ku hewla bihêzkirina pêwendiyên aborî bide."

Wezîrê Karên Derve yê Polonyayê li ser pirsa Rûdawê ya derbarê naveroka hûr a dan û standinên wan got, "Ew li pişt deriyên girtî dimîne."

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pêwendiyên Polonyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û pêşxistina hevkariya hevbeş a di navbera wan de, bi taybetî di warên aborî û seqamgiriya navçeyê de hatin gotûbêjkirin.

Pêwendiyên dîrokî

Pêwendiyên di navbera Polonya û Herêma Kurdistanê de xwedî dîrokeke kevn in ku vedigere destpêka salên nodî, dema ku Polonyayê alîkariya mirovî pêşkêşî Başûrê Kurdistanê kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê sala 2004an, nûneratiya xwe li Warşovayê vekir û sala 2005an jî Serokwezîrê wê demê yê Polonyayê Marek Belka hat Hewlêrê.

Ev yek ji yekem serdanên fermî yên serokwezîrê welatekî biyanî bû piştî hilweşîna desthilata Beasê.

Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî ku wê demê Serokwezîr bû û Radoslaw Sikorski, sala 2012an, Konsulxaneya Polonyayê li Hewlêrê hat vekirin.

Ev jî ji bo bihêzkirina peywendiyên dîplomasî, aborî û çandî yên di navbera her du aliyan de wekî pêngavekê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst