Polonya: Em amade ne pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re xurt bikin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Radoslaw Sikorski Polonya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Polonyayê Radoslaw Sikorski ragihand ku ew amade ne pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re xurt bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de bi Wezîrê Karên Derve yê Polonyayê Radoslaw Sikorski re civiya.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de bipêşxistina pêwendiyên Polonyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re di warên cuda de hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya bihêzkirina hevkariya hevbeş kir, bi taybetî di wan warên ku xizmeta bipêşketina aborî û ewlehiyê dikin.

Amadebûna Polonyayê

Ji aliyê xwe ve, Radoslaw Sikorski pesnê rewşa Herêma Kurdistanê ya li navçeyê da.

Radoslaw Sikorski amadebûna welatê xwe ya ji bo bipêşxistina zêdetir a pêwendiyên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re ducare kir.

Rûdanên dawî yên Rojhilata Navîn mijareke din a civînê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst