Hewlêr (Rûdaw) -Hevseroka Partiya Çep a Almanyayê (Die Linke) ya Hambûrgê Cansu Ozdemîrê bangî hikûmeta Almanyayê kir ku Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi fermî nas bike.
Cansu Ozdemîra ku bi eslê xwe ji Êliha Bakurê Kurdistaanê ye, di heman demê de Parlamentera Eyaleta Hambûrgê ye.
Cansuyê di di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya 2026an de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Parlamentera Kurd her wiha xwest ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bi fermî dawetî Berlînê werin kirin.
Ozdemîrê di daxuyaniya xwe de beşdarbûna nûnerên Rêveberiya Xweser a di konferansê de nirxand û teqezî li ser giringiya aktorên li qadê kir.
"Beşdarbûna wan a di konferansê de gaveke rast e"
Cansuyê diyar kir ku divê polîtîkayên ewlehiyê ne tenê di navbera dewletan de bên nîqaşkirin û got:
"Beşdarbûna nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmedê ya di konferansê de, gaveke giring û rast e.
Eger em bixwazin mijara ewlehiyê bi awayekî berfireh bigirin dest, divê ew aktorên siyasî û leşkerî yên ku li qadê aramiyê dabîn dikin û xelkê diparêzin jî di nav pêvajoyê de bin."
Banga ji bo naskirina siyasî û dawetkirina Berlînê
Ozdemîrê bangî hikûmeta federal a Almanyayê kir ku pewendiyên li Munîhê derbasî qonaxeke hîn bilindtir bikin.
Cansuyê daxwazên xwe wiha rêz kirin:
Divê Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê bi awayekî siyasî were naskirin.
Divê ji bo parastina herêmên Kurdan dan û standinên kûr û berfireh bên kirin.
Divê Rêveberiya Xweser bi awayekî pêbendî pêvajoyên navneteweyî bibe.
Hevseroka Die Linkeyê ya Hambûrgê destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser heta niha îsbat kiriye ku ew "aktorekî pêbawer e û aramiyê dabîn dike."
Rexne li siyaseta derve ya Almanyayê
Parlamentera Kurd di daxuyaniya xwe de siyaseta derve ya Friedrich Merz jî rexne kir û diyar kir ku li şûna girêdayîbûna aborî ya bi Çîn û Rûsyayê re, danîna girêdayîbûna bi welatên Kendavê re nabe çareserî û got:
"Serweriya stratejîk a rastîn ne bi guherandina hevalbendan lê bi nehîştina girêdayîbûna yekalî pêkan dibe."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse