Wezîrê Karên Derve yê Vatîkanê pesnê bihevrejiyana li Herêma Kurdistanê da

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Richard Gallagher Kurdistan Vatêkan Bihevrejiyan Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Munîhê bi Wezîrê Karên Derve yê Vatîkanê re civiya û pirsa bihevrejiyanê û rewşa pêkhateyan gotûbêj kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de bi Wezîrê Karên Derve yê Vatîkanê Paul Richard Gallagher re hevdîtinek pêk anî.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de bipêşketinên dawî yên herêmê û rewşa pêkhateyên olî û neteweyî hatin gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî pabendbûna Herêma Kurdistanê ya ji bo parastina mafên pêkhateyan û bipêşxistina çanda bihevrejiyanê ducare kir.

Gallagher pesnê Herêma Kurdistanê da

Li hêla din, Paul Richard Gallagher pesnê jîngeha tolerans û bihevrejiyanê ya li Herêma Kurdistanê da.

Gallagher her wiha piştgiriya Vatîkanê ji bo aştî û aramî Îraq û Herêma Kurdistanê nîşan da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst