Durre: Divê partiyên Kurd dev ji berjewandiya partîtiyê berdin

16-06-2021
RÛDAW
Îkbal Durre
Îkbal Durre
Nîşan Îkbal Durre Joe Biden Vladimir Putin Kurd Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şîrovekarê siyasî Îkbal Dûrre di derbarê bandora civîna Biden û Putin li ser Rojava de wiha got “Li Rojavayê Kurdsitanê divê partiyên Kurd berjewendiyên partîtiyê bidin aliyek û berjewendiyên xelkê li ser dest bigrin.”

Şîrovekarê siyasî Îkbal Durre Beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo Bakur bû û li ser civîna Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin axivî.

Pişt hevdîtina Biden-Putin li ser egera guhertina rewşa Rojavayê Kurdistanê  şîrovekarê siyasî Îkbal Durre wiha dibêje “Eger tu behsa Rojavayê Kurdistanê bikî bi baweriya min partiyên Kurd divê berjewendiyên xwe yên partîtî bidin aliyekê û divê berjewendiyên xelkê li ser dest bigrin. Ne tenê li Rojava lê ji bo çareseriya Sûriyê dê tiştek bê gotubêjkirin.”

Durre di derbarê çareseriya Sûriyê de jî got “Piştî vê gotûbêjê dê pêngavên giring bên avêtin nîne, berevajî di siyaseta Sûriyê de, ez bawerin nêzikatî dê di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de hebe. Ev jî wê bibe sedem ku peywendiyên Rûsya û Amerîkayê hê jî bikeve qonaxeke zehmet, lê di derbarê Sûriyê de dibe ku di warê mirovahiyê de hinek guhertin bêne kirin û hinek derê bêne vekirin, hinek alîkariyên mirovahî bêne kirin, tiştên wisa dikarê bêne kirin. Lê ev civîn wê li Sûriyê nebe sedema destpê kirina çareseriya siyasî.

Îkbal Durre diyar kir ku yek ji mijarên herî giring ya hevdîtina Biden û Putin Çîn e û wha berdewam kir “Amerîka û Çîne weke reqîbên hev yên herî mezin tê dîtin ji ber vê yeke jî rêkeftina li gel Rûsyayê hêsantir e ji ya li gel Çînê. Ji ber ku Çîn bihêztir e, divê Çînê wek reqîbê xwe bibîne. Lê eger Çîn nêzî Rûsyayê bibe, Çîn û Rûsya bihevre kar bikin, ev ji bo Amerîkayê senaryoyeke herî metirsîdar e. “

Li ser projeya Rêya Hevrîşmê jî Durre dibêje “Rûsya û Amerîka gelek tiştên wan yên hevbeş hene. Herçiqas Rûsya vê yekê bi eşkere nebêje jî, projeya Rêya Hevrîşmê ye ku ev ji bo Çînê gelek giring e û Çînê bi Ewropayê ve girêbide û wê di gelek tiştan de rûbirûyî Amerîkayê bibe. Amerîka ji bo sûdê ji vê hevdîtinê werbigre, wê hewl bide Rûsya û Çînê ji hev dûr bixe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst