Zelenskyy: Rûsyayê bi 37 mûşekan û zêdetirî 300 dronan êriş kir

16-10-2025
Nîşan Volodymyr Zelenskyy Rûsya Ukrayna Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ragihand ku artêşa Rûsyayê bi 37 mûşekan û zêdetirî 300 dronan êrişî welatê wî kiriye.

Zelenskyy bi rêya hesabê xwe yê Telegramê diyar kir ku hêzên Rûsyayê bi şev êrişeke asmanî Ukraynayê pêk aniye.

Zelenskyy da zanîn ku artêşa Rûsyayê li herêmên Vinnitsa, Sumi û Poltavayê jêrxana sivîl û enerjiyê kiriye hedef û di êrişê de 37 mûşek û zêdetirî 300 dron hatine bikaranîn.

Wî ragihand ku di êrişan de avahiya kargoyê ya li herêma Çernigivê û avahiya Serwîsa Rewşên Lezgîn a Dewleta Ukraynayê (DSNS) ya li herêma Xarkîvê hatine hedefgirtin û birîndar hene.

"Putin tenê ji zimanê zextê fêm dike"

Zelenskyy bal kişand ser wê yekê ku Rûsyayê demên dawî êrişên xwe yên li ser jêrxana enerjiyê ya Ukraynayê zêde kirine û diyar kir ku ji bo bidawîanîna şer divê zext li Rûsyayê bê kirin û got:

"Putin li hemberî her tiştê ku cîhan dibêje ker e, ji ber vê yekê zimanê tekane yê ku ew hîn jê fêm dike zimanê zextê ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst