LÎBYA - 12 welatiyên Herêma Kurdistanê hatin vegerandin

18-01-2025
RÛDAW
Nîşan Lîbya Herêma Kurdistanê Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Îraqê ya li Lîbyayê ragihand ku 12 welatiyên Herêma Kurdistanê yên ku nêzîkî du mehan e li Lîbyayê asê mabûn, hatin vegerandin.

Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Îraqê ya li Lîbyayê Ehmed Sehaf ji Rûdawê re ragihand:

“Piştî hewldanên nêzîkî du mehan, me 12 welatiyên xwe yên ku bi rêyên neyasayî gihiştibûn Lîbyayê û asê mabûn, gihandine welêt.”

Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Îraqê ya li Lîbyayê Ehmed Sehaf got:

“12 kesên ji Herêma Kurdistanê ji bo ku bigihêjin Ewropayê derketibûn rê lê li Lîbyayê asê mabûn.

Hikûmeta Lîbyayê ew li kampeke penaberan a li herêma Tacûrayê bi cih kiribûn.”

Ehmed Sehaf diyar kir:

“Balyozxaneya Îraqê ya li Lîbyayê xwarin, pêdiviyên rojane û kelûpelên bijîşkî ji wan re dabîn kirine.

Piştî ku em bi awayekî hevaheng bi Hikûmeta Lîbyayê re xebitîn, bi rêya balafirê hatin vegerandin.”

Koçberên ji Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, derbasî Tûnis û Lîbyayê dibin û ji wir jî bi keştiyan derbasî Ewropayê dibin û daxwaza penaberiyê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst