Hevjîna Hasret Gultekîn koça dawî kir

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Yeter Gultekîn Hasret Gultekîn Mirin Komkujiya Madimakê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yeter Gultekîna hevjîna hunermendê Kurd Hasret Gultekînê ku di Komkujiya Madimakê ya Sêwazê de canê xwe ji dest dabû, li Almanyayê koça dawî kir.

Yeter Gultekîna ku ji ber nexweşiya penceşêrê ya ku ev demeke dirêj bû tedawiya wê didît, li Almanyayê koça dawî kir.

Gultekînê salên 1980yî ji Tirkiyeyê koçî Almanyayê kiribû.

Hat ragihandin ku dê cenazeyê wê li bajarê Kolnê were veşartin.

33 sal têkoşîna edaletê

Yeter Gultekînê piştî Komkujiya Madimakê ya 2yê Tîrmeha 1993yan ku 33 rewşenbîran tê de canê xwe ji dest dabû, bûbû yek ji navên sembol ên daxwaza edaletê.

Wê bi salan dozên komkujiyê şopandin.

Ji bo ku komkujî neyê jibîrkirin û berpirs werin darizandin, wê di nav têkoşîna hiqûqî û civakî de roleke çalak lîst.

Peyamên sersaxiyê

Parlamenterê CHPyê yê Stenbolê Dogan Demîr bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî sersaxî ji malbat û hezkiriyên wê re xwest.

Demîr bal kişand ser têkoşîna wê ya 33 salan a ji bo edaletê.

Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Gultekîn ne tenê şîna hevjînê xwe girtiye, di heman demê de ji bo heqîqet û edaletê têkoşiyaye.

Her wiha Endamê Meclisa CHPyê Mahîr Yuksel jî di peyama xwe de qala hewlên wê yên ji bo zindîhiştina bîrê kir û sebir ji malbata wê re xwest.

Bûyera ku di raya giştî de wekî "Komkujiya Sêwazê" tê naskirin, di paşeroja nêzîk a Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de wekî yek ji birînên herî giran ên civakî di bîran de dimîne.

Yeter Gultekîn jî wekî yek ji parêzvanên herî berbiçav ên edaletê ya vê pêvajoyê tê bibîranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst